Çelîktepe: Birayê ji aliyê polîsan hat înfazkirin

Birayê Selahattîn Çelîktepe Şuayîp Çelîktepe got birayê wî ji aliyê polîsan hatiye înfazkirin.

Birayê Selahattîn Çelîktepe Şuayîp Çelîktepe got birayê wî ji aliyê polîsan hatiye înfazkirin.

Malbata Selahattîn Çelîktepe yê ku dema li ser rêya Rihayê ya li navçeya Rezan a Amedê ber bi Gozeler diçû ji ser û singa wî bi gulebaranê hat qetilkirin, got Çelîktepe ji aliyê polîsan hatiye înfazkirin. Birayê Çelîktepe Şûayîp Çelîktepe îfade kir ku têkîldarî mirina birayê wî polîs îfadeyên bi nakok didin.

Çelîktepe got polîsan destpêkê anîne ziman ku birayê wî di şerê li Qereqola Gund a Pîrînçlî de jiyana xwe ji dest daye, wiha dom kir: “Lê, em hîn bûn ku li wê derê ti şer derneketiye. Îfadeya duyemîn a polîsan jî ew bû ku dema li ser rêya Mesyagi Siwêregê rê qut dikiri di şer de hatiye kuştin. Îfadeyek din jî wiha bû ku dema li aliyê Beşyuzevler rê diha qutkirin şer derketiye û di şer de hatiye kuştin.” Çelîktepe ji ber îfadeyan polîs ên bi nakok, difikirin ku birayê wî ji aliyê polîsan hatiye înfazkirin.

Endamên malbatê yên agahiya kuştina Çelîktepe girtin, herikîn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Yekî li pêşiya morgê li hember kuştinê bertek nîşan da, wiha got: “Yê vê wehşetê pêk tîne Xwedê belê bidê.” Li ser vê polîs wiha xwe rakişand: “Ji bo çi wiha dibêjî, ma tu terorîstan diparêzî.”

Cenazeyê Çelîktepe ji aliyê malbat û bi sedan kesî hat wergirtin û anîn gundê Karayakûp. Piştî karên olî, cenaze li goristana gund hat defnkirin. 

Gel ê ku çû konê taziyeyê ya ji bo Çelîktepe li qada gund hatiye danîn, sersaxî ji malbatê re xwest.