Çawişê pispor ê Tirk Yildirim Kuzucu yê ku di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li hemberî yekîneyên artêşa Tirk li dar xistin de birîndar bû mir.
HPG’ê ragihandibû ku di encama çalakiya gerîlayan a di 7’ê tebaxê de li navçeya Elkê ya li Şirnexê li dar xistin de herî kêm 3 leşker mirin. Lê heta niha artêşa Tirk der barê wendahiyên xwe yên li vir de tu agahiyek nedaye.