Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatine wergirtin, gerîlayan di çalakiya şevê din li herêma Oremar a Gevera Colemêrgê pêk anîn de helîkopterek bi tîpa Skorsky xistine û 2 helîkopter jî derbe xwarine. Hat ragihandin ku pevçûn berdewam dikin û li herêma Şitazin gelek kuştî hene.
Her ku diçe agahiyên dar barê çalakiya gerîlayên HPG’ê vê sibê li herêma Oremar a di navbera Gever û Şemizînan de li dijî yekîneyên girîêdayî Fermandariya Robarokê yên li ser sînor pêk anîn de aşkeretir dibin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîlayan hatine bidestxistin, gerîlayan li dijî qereqola Şitazin a li herêma Oremarê, qereqolên seyyar ên li gundên hatine valakirin ên bi navê Serpîl, Belkîs û Gorangeyê, gundê Giranê, Bêzelê û Tabûra Robarokê, bi awayeke hemwext çalakiyek bi roket, docka û çekên giran pêk anîne.
Çavkaniyên HPG’ê ragihandin ku di encama çalakiya li dijî qereqola Şitazinê de gerîlayan li hemû çeperan xistine û li vir zêdetirê 20 leşker hatine kuştin.
Her wiha, hat ragihandin ku piştî çalakiyê, helîkopterên ji bo mudaxeleyê hatin herêmê bûn hedefa gerîlayan, di encamê de helîkopterek bi tîpa Skorsky hat xistin û 2 helîkopterên din jî derbe xwarin. Çavkaniyê da zanîn ku li cihê pevçûnê gelek kuştiyên artêşa Tirk hene, lê ji ber pevçûnê nikarin miriyên xwe bigirin.
Çavkaniyên herêmî jî dan diyarkirin ku di encama çalakiya gerîlayan a li dijî qereqola Şitazinê de zêdetirê 30 leşker hatin kuştin, lê belê rayedarên Tirk dibêjin 8 leşker hatine kuştin û 16 birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, piştî çalakiyê leşkeran gulle li gundiyan reşandine û di encamê de herî kêm gundiyek birîndar bûye. Hat ragihandin ku operasyona bi beşdariya bi hezaran leşkeran berdewam dike û li hin cihan pevçûn rû didin.