Çavdêriyên ji kongreya PYD’ê

Çavdêriyên ji kongreya PYD’ê

Kongreya bi heybet a awarte ya PYD'ê ku li Qamişlo pêk hat, careke din raxiste ber çavan ku PYD hêza herî dînamîk û pêşeng a rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ye.

Di 16'ê Hezîran a 2012'an de li salonek mezin li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna 2 hezar endam û mêvan, kongreya awarte ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hat lidarxistin. Ev cara yekê bi vê heybetê kongreyek partiyek Kurd li bajarekî rojavayê Kurdistanê lidar dikeve. Bi sedan delege ji hemû bajar û bajarokên Rojava, heremên cûda yênSûriyeyê û derveyî welêt amede bûn. Wek mêvan jî bi dehan kes nûnerên partiyên Kurd, partî û hêzên Ereb, Asûrî-Suriyanî, Ermenî û oldarên Misilman, Xirstiyan, Êzîdî û serokeşîrên Ereb amede bûn.

Kongreya ku rojekê dewam kir xwedî naverokek dewlemnd bû. Gelek rexne li kar û barê dema derbasbûyî hatin kirin. Ev rexne ji aliyên delegasyonan her weha ji aliyê hin mêvanan jî hatin pêşkêş kirin. Rewşa rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi giştî hate nirxandin. Têkoşîna ji bo praktîkirina projeya “Xweseriya Demokratîk” li heremên rojavayê Kurdistanê di ber çavan de hate girtin.

SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ

Kongre piştî pêşkêşkirina nirxandinek giştî û berfireh derbarê tevahiya rewşê de, bi hilbijartinan komîteya rêvibir ya ji 25 kesan pêk tê û qebûlkirina sîstema hevserokatiyê hate bi encam kirin. Wek hevserok jî Salih Mihemed Mislim û Asya Abdulah hatin hilbijartin.

Tiştê balkêş di kongreya PYD'ê de ew bû ku ev cara yekemîne li rojavayê Kurdistanê kongreyek weha mezin û bi amedebûna hijmarek pir ji endam û mêvanan lidar dikeve. Jixwe amedebûna kamereya televizyonên Kurd jî heybetek mezin da kongreyê. Xala din ya balkêş jî ew bû ku piraniya partiyên Kurd amede bûn û axaftin kirin. Hin ji van partiyan ew û PYD ne li hev bûn û nakokî hebûn. Lê axaftinên ku nûnerên wan di kongreyê de kirin erênî bûn û meyldarên dirustkirina têkliyên nû yên birayane bûn. Ev yek ji aliyê PYD ve hate silav kirin.

Nûnerên hêzên Ereb û Suryanî jî kar û barê PYD'ê girtin ber çavê xwe û hin rexne rêz kirin. Ev rexne û gazin ji aliyê serokê PYD Salih Mihemet Mislim ve hatin qebûl kirin û bi berfirehî hemû hatin goftûgokirin.

'SÛRIYE WELATÊ KURD Û EREBA YE'

Jixwe axaftina ku serokê êla Şemeraq ya Ereb Hisên Asî kir heyecanek mezin afirand. Wî gelê Kurd silav kir û da zanîn ku Kurdan û Ereban ev welat bi hev re avakirin û dê bi hev re li himberî her cûreyê mudaxeleyê biparêzin. Her weha wî silavek taybet ji Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re şand û da zanîn ku ew bi xwe Ocalan wek kes nas nekiriye, lê ew bi riya Kurdan û tekoşîna wan fikir û ramanên têkoşînê yên Ocalan nas kiriye û zanîbûye ku ew sembola Kurdan û tevahiya şoreşgera ye.

MÎSYONA PYD'Ê TÊ DÎTIN

Kar û xabata ku PYD ji dema destpêka serhildana gelê Sûriyeyê kiriye cihê xwe li Rojava girtî ye. Tevî hemû cûreyên dij-propagandayê ku alîgerên dewleta Tirk dimeşînin jî, lê dîsa PYD di kongreya xwe de gelek heval û dost li dora xwe dîtin. Ev yek nîşana hêzek mezine ku tu kes nema dikare piştguh bike. Nîşana girîngiya rola PYD di parastina heremên Kurdan de ye. Hemû hêzên amede rastiya PYD dibînin û dinasin ku ew ne hêzêk xwedî nerînên netewî yên teng e. Ew hêzek xwedî projeyek demokratîke ku her netew û ol dikare cihê xwe di nav de bigre. Ev yek di piraniya axaftinan de hate diyar kirin. Ereb û xirstiyanên li heremên Kurdan dijîn rastiya PYD nas kirine. Ev yek gelekî girînge û dê rê li ber lîstokên neyarên Kurdan bigre.

HÊVIYA YEKÎTÎ Û HEVKARIYÊ XURT BÛ

Di kongreyê de karê bi muxalefeta niştimanperwer re ya girêdana bi hêzên derve re red dike, hate xwestin. Her hêza dixwaze çekan mîna rêbaz ji bo pêkanîna guhertina li Sûriyeyê bikar bîne, hate şermezar kirin. Di helwesta hate nîşandan de hate diyarkirin ku divê yekîtiya hemû komên ciavaka Sûriyeyê bê parastin û şerê navxuyî bi tûndî were red kirin.

Her weha PYD girîngî da pîlana Kofi Annan û hêviyên serkeftina wê winda nekir. Ji hêzên muxalefetê jî hate xwestin ku ew mafên Kurdan binase û ji bo forma “Xwseriya Demokratîk” erê bike. Ji bo peydabûna formek yekîtiyê jî dîsa bang li tevahiya hêzên Kurd hate kirin. Ji bo parastina têkiliyên bi Ereb û Asûriyan re jî soza pêwendî û têkliyan hate dayin.

TECRÎT HATE ŞERMEZARKIRIN

Di derbarê êrîşên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li bakûrê Kurdistanê de jî hin xal hatin destnîşan kirin. Êrîşên AKP'ê yên li dijî Tevgera Azadiya Kurd hatin şermezar kirin. Rakirina tecrîta li ser Ocalan bi yekdengî hate xwestin. Soz hatin dayin ku dê pêwendî bi hemû hêzên heremî û navnetewî werin kirin da ku ev tecrît bi dawî bibe.

PÊŞENGIYA PYD'Ê DIYAR BÛ

Bi giştî kongre gavek serkeftî bû. Ji bo çewtiyên di dema derbasbûyî de dubare nebin PYD hin komîte avakirin da ku kar û barê rojana bişopînin. Bi vê kongreya ku piştî xebatek dirêj hate lidarxistin PYD dikarîbû xwe wek hêza dînamîk ya sereke li rojavayê Kurdistanê û tavahiya Sûriyeyê bide qebûl kirin. Hêzek ku hemû kesî qebûl dike û projeyek demokrat ji bo parastina biratî û hevjiyanê pêşkeş dike…

-Çavkanî: Yeni Ozgur Politîka