Çapemeniya Belçîka: Êrîşkarê Bataclan Salah Abdûlselam hat girtin

Tê gotin ku Salah Abûlselam ê 13’ê Mijdarê di êrîşa Parîsê de cih digirt, di operasyona li Belçîkayê bi birîndarî hate girtin.

Tê gotin ku Salah Abûlselam ê 13’ê Mijdarê di êrîşa Parîsê de cih digirt, di operasyona li Belçîkayê bi birîndarî hate girtin. Rayedarên Fransî têkîldarî mijarê de ti tişt negotine, çapemeniya Belçîka girtina ji êrîşkaran Salah Abdûlselam nivîsî.

L’Express û La Dernière heure nivîsên ku Abdûlselam di operasyona li ser maleke li paytexta Belçîka Brukselê de dema hewl daye bireve bi birîndarî li maleke din hatiye girtin.