Çalakvanên greva birçûbînê ya li Amsterdamê: Bêdengbûyin pejirandin e!

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, ji bo piştgiriya berxwedana li dijî êrîşên AKP’ê greva birçîbûnê ya destpêkir didome.

Ji bo protestokirina êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê û piştevaniya berxwedana xwerêveberiyan, greva birçîbûnê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Amsterdamê ev 3 roj in didome.

Di çarçoveya çalakiya hevpar a saziyên Kurd, Tirk û Elewiyan de îro l istasyona santralê bi cilên greva birçîbûnê ve belavok hat belavkirin. Dema belavkirina belavokan, têkîldarî êrîşên li Kurdistanê welatî hatin agahdarkirin.

Çalakvanan bang li Hollanda û Yekîtiya Ewropa kir ku li dijî êrîşên li hember Kurdan bê deng mayîn, tê wateya pejirandina qetlîamê.

BANGA JI BO DERDORÊN NAVNETEWEYÎ

Di daxuyaniya çalakvanan de ev hatin gotin: “Li dijî çeteyên DAIŞ’ê Kurd li Kobanê, Efrîn, Kerkûk, Mexmûr û Cerablûsê têkoşîna mirovahiyê didin. Tevahî rêxistinên civaka sivîl, saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî divê vê xwîna diherike demildest bi dawî bikin.”

...