Çalakiyên li Başûrê Kurdistanê zêde û berfireh dibin

Li Silêmaniye, Helepçe, Seyîd Sadiq, Pencewîn û Hewramanê, mamoste dîsa daketin kolanan.

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên karmend û mamosteyan gav bi gav zêde û berfireh dibin. Li Silêmaniye, Helepçe, Seyîd Sadiq, Pencewîn û Hewramanê, mamoste dîsa daketin kolanan. Hat ragihandin ku hin ji karmendên li saziyên hikûmetê dixebitin jî dest bi çalakiyê kirine.

Çalakgeran dan xuyakirin ku rayedaran banga vegera li dibistanan li mamosteyan kirine, lê belê ji ber ku daxwazên wan bi cih nehatine anîn, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Çalakgerê bi navê Ferîdûn Mecîd anî ziman ku ji ber gelek dibistan dûrî malên mamosteyan e, ev yek ji bo wan dibe barekî din ê aboriyê û got, "Ji ber van şert û mercên mamoste, karmend, pêşmerge û xwendekaran û nedayîna mûçeyan an jî derengdayîna wan, bi awayekî neyînî dikevin bin bandora vê rewşê."

Mamosteyên li Pencewîn, Şarezûr, Xurmal û Hewramanê, bi heman armancê îro dîsa daketin kolanan û çalakiyên xwe dewam kirin. Mamosteyan dan zanîn ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Her wiha karmendên li Seyît Sadiq, Xurmal û Helepçeyê jî daxwaza mûçeyên xwe kirin û dest bi çalakiya boykotê kirin.