Çalakiyên ji bo Sûrê li gelek cihên Amedê belav bû

Piştî polîsan êrîş birin ser girseya ku li hember dorpêça li ser navçeya Sûrê ya Amedê hewl da bimeşe, çalakiyên li gelek cihên bajêr belav bûn hê jî didomin.

Piştî polîsan êrîş birin ser girseya ku li hember dorpêça li ser navçeya Sûrê ya Amedê hewl da bimeşe, çalakiyên li gelek cihên bajêr belav bûn hê jî didomin.

Êrîşa polîsan a li hember gelê ku dixwest biçe navçeya Sûrê ya Amedê bi berxwedana li navçeyên Baglar, Kayapinar û Yenîşehîrê belavbûyî hê jî didomin. Hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe bi taybetî li Yenîşehîra Ofîsê û Koşûyûlû ya Baglarê bi tundî berdewam dike.

Polîsên bi bomgeyên gaze, avaşid û guleyên rast êrîşî gel kirin ciwanekî din birîndar kirin. Tevî ciwanê ji mile xwe birîndar bibû, jimara birîndaran bûn du kes.