Çalakiyên gerîla dewam dikin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Bakurê Kurdistanê dewam dikin. Di van çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

ÇALAKIYÊN GERÎLAYÊN YJA STARÊ

6'ê Tîrmehê saet di 10:30 de, hêzên me yên YJA Starê li hemberî qereqolên Serê Sevê û Girê Ortê yên li navçeya Colemêrg Çelê ne, çalakiyek pêk anîn. Baskê yekemîn ê çalakiyê li hemberî qereqola Girê Ortê çalakiyên sûîqestê kir û li vir leşkerek hat kuştin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li leşkerên li dora tankek li qereqola Serê Sevê civiya bûn, xist. Hejmara mirî û birîndarên leşkeran a li vir nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêma Çiyayê Reş. Ji ber vê bomberdûmanê li Latê Kewa şewat derket.

KONTRAYÊ BI NAVÊ MEHMET GENÇ HAT CEZAKIRIN

Hêzên me yên YJA Starê roja 5'ê Tîrmehê saet di 00:00 de, li ser rêya Colemêrg-Wanê, kontrayekî li dijî gelê me û nirxên têkoşîna me bi dijmin re dixebitî yê bi navê Mehmet Genç zevt kirin û ew ceza kirin. Di heman demê de wesayîta vî şexsî jî hat rûxandin.

LI GIRÊ MESKAN LEŞKEREK HAT KUŞTIN

6'ê Tîrmehê saet di 18:30 de, hêzên me li hemberî leşkerên li girê Meskan ê Colemêrgê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.

WESAYÎTA ZIRXÎ YA BI TÎPA KÎRPÎ HAT RÛXANDIN

Roja 6'ê Tîrmehê saet di 10:20 de, hêzên me li mintiqeya gundên Xoşev û Guzeldere a li navbera Colemêrg û Wanê, li hemberî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê açlakiyê de wesayît bi temamî rûxiya; hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC li vê herêmê derket operasyonê û enqazê wesayîta Kîrpî ji herêmê rakir.

LI ŞAXÊ ÇALAKÎ

Hêzên me 6'ê Tîrmehê saet di 05:00 de li qereqola Tingê ya li navçeya Wan Şaxê xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Di heman demê de hêzên me saet di navbera 05:00-16:00 de li ser rêya navbera Şax û navçeya Sêrt Berwarî de nasname kontrol kirin.

LI ELKÊ OPERASYON

4'ê Tîrmehê saet di 22:00 de, artêşa TC bi balafirên şer bombe li gundên Geznex û Germaw ên navçeya Şirnex Elkê barand û dest bi operasyonê kir. Operasyonê heta 5'ê Tîrmehê dewam kir. Di vê operasyonê de têkiliya me bi komek gerîlayên me re qut bû. Agahiyên li ser operasyonê dema bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

4 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

30'ê Hezîranê saet di 08:00 de artêşa TC li herêma Qamûşan a Qersê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Li vê qada operasyonê di navbera hêzên me û leşkeran de şerekî dijwar qewimî bû. Di şer de 2 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Di heman şerî de 4 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd ketin. Operasyon di şeva heman rojê de qediya.

NASNAMEYÊN GERÎLAYAN

Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine bi vî rengî ne:

Nasnav: Hamza Tendurek
Nav paşnav: Omer Batûr
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Fatma-Halîs
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2016 / Qers

Nasnav: Ronî Çemçe
Nav paşnav: Ozkan Bûdak
Cihê ji dayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Emîne-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2016 / Qers

Nasnav: Rûbar Serhat
Nav paşnav: Bayram Sevînç
Cihê ji dayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Dîlber-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2016 / Qers

Nasnav: Rizgar Karker
Nav paşnav: Yakûp Ozmen
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Rabîa-Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2016 / Qers"

...