Çalakiyên ciwanên Kurd didomin

Li dijî êrîşên leşker û polîsên AKP'ê, çalakiyên xweparastinê yên ciwanên Kurd didomin. Li Elkê, duh û pêr bi şev di navbera polîsên tevgera taybet ên hewl dan bikevin nava taxan û ciwanan de pevçûn derket.

Li dijî êrîşên leşker û polîsên AKP'ê, çalakiyên xweparastinê yên ciwanên Kurd didomin. Li Elkê, duh û pêr bi şev di navbera polîsên tevgera taybet ên hewl dan bikevin nava taxan û ciwanan de pevçûn derket. Li Şirnexê jî ciwanan li dijî çawişên pispor çalakiyek lidar xistin.

BERXWEDANA CIWANAN A LI ŞIRNEXÊ MEZIN DIBE

Li navçeya navçeya Şirnex Elkê, duh û pêr bi şev saet di navbera 22:00 û 23:00 de, ciwan û polîsên tevgera taybet pev çûn. Li hemberî polîsên tevgera taybet ên hewl dan bikevin nava taxan, ciwanan bi molotofkokteyl, tiving û fîşekên hewayî li ber xwe dan. Ciwanên ku tax di bin kontrol û ewlekariya wan de ne, bi biryar in ku polîsên tevgera taybet nexin nava taxên.

LI TAXA YEŞÎLYÛRTÊ ÇALAKIYA BERSIVDAYÎNÊ

Li Şirnexê komên ji ciwanan, ji bo bîranîna ciwanên di encama êrîşên leşker û polîsên AKP'ê de jiyana xwe ji dest dane, çalakiyeke bersivdayînê lidar xistin. Di çalakiya li taxa Yeşîlyûrtê de 2 çawişên pispor hedef hatin girtin û ji van çawişekî pispor hat kuştin.

GEL NEHIŞT KOMKUJÎ RÛ BIDE

Li navçeya Amed Pîranê jî, ewlehiya Taxa 27 Mayisê jî ket bin kontrola ciwanan. Li dû çalakiya gerîlayan a li vê derê, hêzên leşker û polîsan hewl dan komkujiyê bikin, lê gelê taxa xwe diparêze rê neda hewldaneke bi vî rengî. Girseya gel her wiha rêya Hênê û Pîranê jî birî. Hêzên dewletê li vê derê êrîşî gel kirin û li ser bersivdayîna ciwanan pevçûn derket.

LI BEDLÎSÊ AVAHIYA AKP'Ê YA BAJÊR HAT ŞEWITANDIN

Di 1'ê Îlonê de, ciwanên li hemberî avahiya AKP'ê ya Bedlîsê çalakî pêk anîn, avahî bi temamî şewitandin. Di hema demê de li taxa Kulbes a ser bi navenda navçeya Bedlîs Norşînê, komên ji ciwanan kamerayên mobese hedef girtin û ev kamera îmha kirin.