Çalakiya Trabzonê HPG’ê girt ser xwe

Çalakiya Trabzonê HPG’ê girt ser xwe

Êrîşa bombeyî ya li dijî Qereqola Cendirmeyan ya Duzkoy Trabzonê HPG’ê girt ser xwe. HPG'ê ragihand ku, di çalakiyê de leşkerek min, 3 jî birîndar bûn.

Di 26’ê Pûşperê teqîna ku li nêzî Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeya Duzkoy ya Trabzonê HPG’ê girt ser xwe. Navenda Çapemenî-Ragihandin HPG’ê ragihand ku, teqîna ku li qereqolê rû dayî ji aliyê gêrîlayên me ve di encama çalakiyê de pêkhatiye.

HPG’ê di derbarê çalakiyê de ragihand ku, çalakiya li dijî qereqolê di 26’ê Pûşperê di demjimêr 07.45’an de pêkhatiye, di bûyerê de leşkerek min, 3 leşker jî birîndar bûn.