Xebatkarên Şaredariya Kayapinara Amedê ji bo şaredar û alîkarê şaredar ên xwe yên ku tevî bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatine girtin, 123’emîn Çalakiya Pênçşema Reş li dar xistin.
Di çalakiya li ber avahiya xizmetê ya Serokê Şaxa Tumbel-Sena Amedê Medenî Alkpaya, endamên meclîsê û xebatkarên şaredaran amade bûn.
Serokê Şaxa Tumbel-Sena Amedê Medenî Alkpaya di çalakiyê de axivî û bal kişand ku ji ber operasyonên siyasî, leşkerî û tecrîd her roj pevçûn û wendahiyên canî çêdibin. Alpkala destnîşan kir ku li hemberî van hemû geşedanan çarsernekirina pirsgirêka Kurd berdewam dike û mirina 13 girtiyên di Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de jî weke komkujiyê bi nav kir.
Çalakiya Pênçşema Reş bi 5 deqe protestoya rûniştinê bi dawî bû.