BI DÎMEN

Çalakiya Nobedê ya li pêşiya Parlamentoya Fransa bi dawî bû

Çalakiya nobedê ya ji aliyê Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên qirker ên AKP’ê li pêşiya Parlamentoya Fransa ya li Parîsê ev 3. roj in dewam dike bi dawî bû.

Çalakiya nobedê ya ji aliyê Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên qirker ên AKP’ê li pêşiya Parlamentoya Fransa ya li Parîsê ev 3. roj in dewam dike bi dawî bû.

Çalakî roja Çarşemê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd hat birêvebirin. Jinên Kurd Nobeda Edalet û Ronahiyê di hefteyên bihurî de biryar girtin ku vê Çarşemê li pêşiya Parlamentoyê li dar bixin. Çalakiyên vê hefteyê ji bo balê bikşînin qirkirinên li ser Kurdistanê kirin yek çalakî.  

Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez hatin rakirin, pankarta, “Bêdengbûyina xwe bişkînin” hat vekirin û bi deqeyek rêzgirtinê ve nobeda edalet û ronahiyê destpê kir. 
Di tevahî rojê de belavok hat belavkirin. 

Çalkî saet 17.00’an bi dirûşmeyên “Kurdistan Berxwedan”, “AKP’e Ji Kurdistan Derkeve” ve bi dawî bû.

...