Çalakiya li pêşiya PE di roja 3. de ye: Em ê bi ser bikevin!

Çalakiya ji bo balkişandina ser êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê li pêşiya Parlamentoya Ewropayê di roja 3. de didome.

Çalakiya di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) li pêşiya Parlamentoya Ewropa (AP) di roja 3. de li Qada Plas Luxsembûrg didome. Çalakiya îro dîsa di saet 11.00’an de destpêkir, tevî şertên hewayê yên ne guncav jî bi tevlîbûna Kurdistaniyan, SKP, MLKP û Eniya Kedkarên Azad pêk hat. 

Endama TJK-E Emel Gule axaftina vekirinê kir, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bal kişand ser êrîşên qirker ên li Kurdistanê û berxwedanê. Aydar berxwedan silav kir û wiha got: “Em ê teslîm nebin, bi ser bikevin”
Berpirsê Ewropa yê PYD’ê Zûhat Kobanî jî wiha axivî: “Em li dijî dîktatoriyên faşîst şer dikin. Me li Kobanê bi dayina berdêlên giran ve bi ser xist. Îro dor a Pirsûs, Silopiya û Şirnexê ye. Em ê vê jî teqez bi ser bixin.” Her wiha Kobanî banga mezinkirina berxwedanê kir.

Hevseroka KCD-E Dilşah Osman berxwedanên xwerêveberiyê silav kir, ragihand ku wê roja Çarşemê wek heyet bi Parlamentoya Ewropayê re hevdîtinê pêk bînin. Osman wiha got: “Azadiya Rêbertiya me wê bibe azadiya Kurdistanê.”

‘LI MALÊN XWE RÛNENIN!’

Dîren Çîçek a ji Cizîrê hat jî bang li tevahî Kurdên li Ewropa û Kurdistanê kir. Çîçek wiha axivî: “Li malên xwe rûnenin. Bavê min 75 salî ye, di nav berxwedanê ye. Îro roja yekîtiyê ye.”

Li ser navê Komîteya Şehîdan Dayika Şengê axivî, wiha bang kir: Em li şehîdên xwe, Rêbertiya xwe, nirx û çanda xwe xwedî derkevin.”

...