Botan ê YPS'yî: Li pişt bendan berxwedaneke dîrokî heye

Botan ê YPS'yî got, "YPS ji bo azadiya Rêberê me û azadiya Kurdistanê hat îlankirin. YPJ ji zarokên vî gelî pêk tê. Zarokên vî gelî ji bo parastina gelê xwe şer dikin. Li pişt bendan berxwedaneke dîrokî heye."

Şervan Botan ê YPS'yî got, "YPS ji bo azadiya Rêberê me û azadiya Kurdistanê hat îlankirin. YPJ ji zarokên vî gelî pêk tê. Zarokên vî gelî ji bo parastina gelê xwe şer dikin. Li pişt bendan berxwedaneke dîrokî heye. Divê ciwanên Kurdistanê hemû tevlî nava refên YPS'ê bibin."

Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), li dû Cizîr û Nisêbînê li Amedê hat ragihandin û li gelemperiya Kurdistanê belav dibe. YPS'ê ragihandin ku armanca wan a bingehîn, "têkoşîna li dijî hewdanên qirkirinê yên dewleta Tirk û pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê ye." Ji endamên YPS a li Nisêbînê hat ragihandin Şervan Botan armanca xwe ji ajansa me re vegot.

Botan da xuyakirin ku polîtîkayên komkujiyê yên hikûmeta AKP'ê ku bi salan li hemberî gelê Kurd û mirovên sivîl hatin weşandin, careke din di dewrê de ne û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan ji aliyê ciwanan ve nayê qebûlkirin. 

Botan ragihand ku li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê, weke zarokên vî gelî ew neçar mane rahêjin çekê û got, "Li hemberî mêtîngeriya bi salan a li xaka Kurdistanê em êdî serî radikin. Weke zarokên vî gelî em dagirkeriyê qebûl nakin. Ji bo em gelê xwe ji zilma hikûmeta AKP'ê biparêzin, me çek hilgirt. Heta ku dagirkeriya li ser Kurdistanê bidome û tecrîd li ser Rêberê me hebe, wê berxwedana me dewam bike."

Botan got, "Li dijî êrîşên li hemberî gel, weke YPS heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şe bikin. Em ê gelê Kurd û axa xwe azad bikin. Li dijî polîtîkayên gemarî yên AKP'ê me biryara xwe dan. Li Nisêbîn, Cizîr, Silopiya, Kerboranê, ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bi dehan sivîl hatin qetilkirin" û destnîşan kir, ku li hemberî van komkujiyan weke YPS ew ê timî parastina gelê xwe bikin.

'BERXWEDANA ME WÊ HETA DAWIYÊ BIDOME'

Botan da zanîn ku ji bo azadkirina tax û xaka xwe ew şer dikin û got, "Berxwedana me wê heta dawiyê bidome. Bi berxwedana me re wê sala 2016'an bibe sala azadiya gelê Kurd û Rêberê me.

YPS ji zarokên vî gelî pêk tê. Zarok û ciwanên vî gelî li ber xwe didin. Di rewşa heyî de sîstemeke dijwar a mêtîngeriyê heye, ku ji aliyê me ciwanan ve nikare bê qebûlkirin. YPS ji bo azadiya Rêberê me û azadiya Kurdistanê hat îlankirin. YPS ji ciwanên li taxan pêk tê. YPS zarokên vî gelî ye. Zarokên vî gelî ji bo parastina gelê xwe şer dikin. Jİ bo azadkirina gelê xwe û bi serketinê têdikoşin."

Botan diyar kir ku li pişt bendan berxwedaneke dîrokî heye û anî ziman ku wan li hemberî êrîşên dewletê yên bi hemû hêza xwe dike, bersiva pêwîst didin. Botan da xuyakirin ku gel û ciwan bi mehan e li van taxan li dijî êrîşan berxwedaneke awarte nîşan didin û got, "Li hemberî çekên giran ên dijmin, em bi bawerî û hêviyeke mezin şer dikin. Em nahêlin dijmin bikevin nava taxên me. Bi mehan e li pêşberî berxwedana me gavek jî bi pêş de neavêtin. Di vir de serketineke mezin heye. Niha çend tax di destê me de ne, lê belê berxwedana me wê li hemû taxan belav bibe. Wê li hemû taxan, li tevahiya Kurdistanê belav bibe."

Botan destnîşan kir ku ji bo azadiya Kurdistanê ew ê bi têkoşîna xwe re xwerêveberiyê bixin meriyetê, xwe bi xwe bi rê ve bibin û bang li hemû ciwanên Kurd kir ku rahêjin çekê û tevlî berxwedana YPS'ê bibin.