Bombeyek avêtin maleke Sûrê

Li navçeya Sûrê ya ku rastî êrîşa qirkirinê ya dewleta Tirk tê, leşkerên Tirk bombe avêtin mala ku tevî Senîha Surer 3 kes tê de asê mane.

Li navçeya Sûrê ya ku rastî êrîşa qirkirinê ya dewleta Tirk tê, leşkerên Tirk bombe avêtin mala ku tevî Senîha Surer 3 kes tê de asê mane.

Li navçeya Sûrê, li hember qada ku nêzî 200 kes tê de asê mane, 92 roj in êrîş dewam dikin. Di encama êrîşan de bombeyek li mala ku tevî Senîha Surer, 3 kes tê de asê mane ket. Agahî hat dayîn ku ji ber parçeyên şarapnelê, Senîha Surer û zarokek birîndar bûne, lingê ciwanekî jî jêbûye. Hate ragihandin ku rewşa ciwanê navê wî nehate zelalkirin giran e. 

Li qada ku welatî di bin êrîşê de ne, derfetên dermankirin û alîkariya lezgîn tineye.