Bombeya li ber teqînê: Xûrmatû

Li Xûrmatû ku Kurd, Tirkmen û Ereb lê dijîn, sûk ji hev cihê bûne. Li ser malan mewzî tên çêkirin. Mirovên çekdar di nava bajêr de digerin."

Li navçeya Xûrmatû, aloziya ku di 12'ê Mijdarê de bi şerê navbera Kurdan û milîsên Heşd El Şebî destpê kir û piştre bi sedan mal, kargeh hatin şewitandin û bi dehan kes hatin kuştin, dewam dike.

Li navçeyê, ku gelek komên ser bi Heşd El Şebî tev digerin, di 19'ê Mijdarê de hêzên Heşd El Şebî û pêşmergeyan di mijara vekişîna ji navçeyê de li hev kiribûn, lê belê ev peyman neketibû meriyetê.

HERÎ KÊM 50 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di şerê 12'ê Mijdarê destpê kir û çar rojan dewam kir de, li gorî çavkaniyên fermî 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Çavkaniyên herêmî jî ragihand ku hejmara miriyên ji her du aliyan 50 derbas kiriye.

Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên qeymeqamiyê ve hatin dayîn, duh bi şev hêzên Heşd El Şebî li taxa Eskeriyeyê sivîlekî Ereb kuştin. 2 kesên danê vê sibehê hatin revandin jî, serbest hatin berdan.

HER KESÎ ÇEK HILGIRTIYE

Rewşa aloz û bi endîşe ya li navçeyê dewam dike. Di navbera taxên Kurdan û taxên Ereban de çûn û hatin nîne. Sûk jî bi dîwarê li pêşiyê hatiye lêkirin re hatiye parçekirin. Li ser her maleke Tirkmenan a li taxên Tirkmenan alên Heşd El Şebî xuya dike. Tûgayên Bedîr û Hîzbûllahê li vê derê tûgayek milîsan a ji hezar kesî ava kirin. Rayedarên navçeyê, ji ber zêdebûna hejmara mirovên çekdar, bi endîşe ne ku şer dijwar bibe.