Bomberdûmana li Çiyayê Cûdî dewam dike
Balafirên şer ên dewleta Tirk, ji danê sibehê ve bombeyan li Çiyayê Cûdî dibarînin. Bomberdûman di vê kêliyê de jî dewam dike.
Balafirên şer ên dewleta Tirk, ji danê sibehê ve bombeyan li Çiyayê Cûdî dibarînin. Bomberdûman di vê kêliyê de jî dewam dike.
Bomberdûmana li bejahiya navçeya Şirnex Basan û herêma Kaniya Spî ya li quntara Çiyayê Cûdî danê sibehê destpê kir, dewam dike.
Balafirên Tirk ên ji 8. Baregeha Jet a Amedê rabûn, bombe li herêmê barandin. Ji ber bomberdûmanê li herêmê şewat derketiye.
Liv û tevgera hewayî dewam dike.