Bombebarana çiyayê Cûdiyê bû sedema şewatê

Bombebarana ku artêşa Tirk duh li çiyayê Cûdiyê da destpêkirin îro jî dewam dike, her wiha di encama vê bombebaranê de agir bi qada Hesena girt.

Bombebarana ku li dijî çiyayê Cûdî ya Şirnexê duh destpê kir, îro jî berdewam kir. Di encama bombebaranê de îro li qada Hesena şewat çêbû û ev agir her kû diçe berbelav dibe. Welatiyên ku xwestin şewatê vemirînin û çûn qadê jî bi hinceta “ewlehiyê” hatin astengkirin. Wesayîta şeradiyê jî ji ber araziyê nikare biçe herêmê. Herêmê gundê Suryanan a Hesana ku di salên 90’an de hatibû valakirin, di salên dawî de welatî vegeriyabûn.

Dûyê ji çiyayê Cûdî bilind dibe ji Silopiyayê ve jî tê dîtin.