Bismiliyan berê xwe dan Amedê

Ji bo şikandina dorpêçî û êrîşên 27 roj in li Sûrê tên kirin, Bismilî ber bi Amedê ve dimeşin.

Ji bo şikandina dorpêçî û êrîşên 27 roj in li Sûrê tên kirin, Bismilî ber bi Amedê ve dimeşin. Rêveberên HDP, DBP û Hevşaredarên Bismilê jî di nav de bi sedan kes danê vê sibehê li hev civiyan û ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin.

Tevî astengiya polîsan a li ser rêya Bismil-Amedê, Kurdistaniyan meşa xwe dewam kirin û li ber erbaneyên sirûdên şoreşgerî gotin. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê" û "Sûr a li ber xwe dide wê qezenc bike" hatin qîrîn.

Girseya gel piştî meşa bi qasî 10 kîlometreyan, li gundê Korselî bêhn veda. Di bêhnvedanê de jî li ber erbane û stranan govend hat gerandin.

Piştre meşê dîsa destpê kir. Tevî astengiya hêzên dewletê jî meşa ber bi Amedê ve didome.