Biryarên 1. Konferansa Aboriyê ya Rojava hatin aşkerakirin
1. Konferansa Aboriyê ya Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû. Di konferansê de li ser aboriya jinê û afirandina planên ji bo pêşîgirtina li xizaniyê, biryar hatin girtin.
1. Konferansa Aboriyê ya Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû. Di konferansê de li ser aboriya jinê û afirandina planên ji bo pêşîgirtina li xizaniyê, biryar hatin girtin.
1. Konferansa Aboriyê ya Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû. Di konferansê de li ser aboriya jinê û afirandina planên ji bo pêşîgirtina li xizaniyê, biryar hatin girtin.
1. Konferansa Aboriyê ya Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê TEV-DEM'ê ve bi dirûşmeya "Em axa xwe, ava xwe û enerjiya xwe bikin komîn û jiyaneke azad û demokratîk ava bikin” li Navenda Çand û Hunerê ya Aramê Tîgran a Rimêlan hat lidarxistin, bi dawî bû. Konferansa ku 16 û 17'ê Cotmehê dewam kir tê de 250 delege û mêhvan amade bûn.
Di herdu rojên li pey hev de, raporên komîteyên aborî yên çandinî, bazirganî û pîşesaziyê yên her sê kantonên Rojava, tevî rapora aborî ya jin jî hatin xwendin.
Di raporan de xebatên aborî yên li hersê kantonên Rojava pêk hatine, pirsgirêk û astengiyê li pêşiya komîteyan hatin vegotin, her wiha pêşniyar û daxwaz jî hatin ziman.
Piştî gotûbêjên berfireh gelek biryarên girîng ên der barê geşkirina aboriyê de di konferansê de hatin girtin.
BIRYAR
Ji girîngtirîn biryarên der barê rewşa rêxistinî ya sazî û komîteyên aboriyê de hatin wergirtin ev in:
-Divê makanîzmeya qanûnî û hiqûqî ya têkiliyan di navbera deste û komîteyên aboriyê de were danîn.
-ji Meclîsên Zagonsaz re qanûna taybet bi aboriyê werin pêşkêşkirin.
-Koordînasyona hevbeş a aboriya civakî ku 21 endamên komîteyên aborî, Desteya Aborî, Desteya Çandiniyê, Desteya Zimhêrê, Desteya Şaredariyan, Saziyên Civakî yên Sivîl (SCS) û komîteya aboriya jin pêk tê, were avakirin.
-Kordînasyona Giştî ya hevbeş a aboriyê ya kantonên Rojava bê avakirin.
-Pîlansazî û bernameyên aboriya giştî werin danîn.
-Bernameya rêlibergirtina hejarî were danîn û derfetên kar ji bo kesên bêkar werin peydakirin.
-Meclîsên aborî yên kanton û herêman werin avakirin.
-Kooperatîfên civakî werin pêşxistin.
-Jiyana gundîbûyîn, çandinî û xwedîkirina jinûve vegere.
-Rola jinê di hemû aliyên aboriyê de were xurtkirin.
-Jin rola xwe di rêlibergirtina koçberiyê de bilîzin.
-Naveneke lêkolîn û geşkirina aboriya jin were vekirin.
-Divê jin nîv bi nîv cihê xwe di hemû sazî, komîte û xebatên aboriyê de bigire.
-Rêxistinbûyîneke xurt were avakirin û koordînasyoneke hevbeş di navbera hemû saziyên çandinî û xwedîkirina sewalan de were avakirin.
-Pîlansaziyên çandiniyê li ser asta Rojava û kantonan were danîn.
-Peymangeh, dibistan û navendên perwerdeyên çandiniyê werin vekirin û pisporên çandinî û xwedîkirina sewalan were avakirin.
-Navendên saziyên lêkolîn û geşkirina aboriyê werin aktîfkirin.
-Saziya Tov li her kantonekê were damezrandin, navendên hejmartinê werin vekirin, kargehên pîşesaziya torbe, ta û hwd ji pêdiviyên çandiyê werin vekirin.
-Kargehên konsirwa, mast, yax, guvaşgeh û sabûn û berhemên çandiniyê werin vekirin.
-Di aliyê pîşesaziyê de divê sîstema kargehan esas were girtin.
-Pîşeyên li ser berhemên çandinî û sewalan werin pêşxistin.
-Pîşeyên petrolê werin pêşxistin.
-Dibistan û peymangehên pîşesazî û teknîkî werin vekirin.
-Sîstema kooperatîfan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were esasgirtin.
-Qanûnên taybet bi van kooperatîfan werin derxistin û sîstemek were danîn.
Axaftin bidawîkirina konferansê ji aliyê Endama Tevgera Civaka Demorkatîk Hêva Erebo ve hate kirin. Erebo bal kişand ser berpirsyartiyan li hemberî rewşa aboriya herêmê di hemû aliyên wê de.