Biryara hat dayîn Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bê avakirin

Di Kongreya Sûriyeya Demokratîk de biryar hat dayîn, ku bi şiyara "Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê em bi hev re tevbigerin" Meclîs bê avakirin. Biryar hat dayîn ku navê Meclîsê jî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk be.

Roja duyemîn a Kongreya Sûriyeya Demokratîk li çapemeniyê girtî dewam dike. Li gorî agahiyên ji nava kongreyê hatin wergirtin, bernameya "Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê em bi hev re tevbigerin" a ji aliyê komîteya amadekar a kongreyê ve hat amadekirin, duh piştî nîqaşan hat qebûlkirin.

Hat ragihandin ku beşdarên kongreyê biryar dane Meclîsa Sûriyeya Demokratîk were avakirin.

Li gorî agahiyan, Meclîs wê bibe nûnerê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD). Her wiha li gorî agahiyên ji kûlîsan hatin wergirtin, delegeyên kongreyê niha dest bi nîqaşkirina rêziknameya navxweyî ya meclîsê kirine.

Kongre dewam dike.

...