Binçavîbûna Kulter hê jî nayê qebûlkirin
23. Fermandariya Sînor a Jendermeyan ji bo serlêdana parêzeran a têkîldarî aqûbeta Rêveberê DBP’a Şirnexê Hûrşît Kulter ev bersiv da: “Di dest me de binçavkiriyekî bi vî navî nîne.”

Têkîldarî Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter ê ku ji ser tevnên civakî yên çeteyên Qesrê hate parvekirin ku li Şirnexê hatiye binçavkirin, lê emniyeta bajêr vê binçavkirinê qebûl nake, parêzeran serî li jendermeyan dan. Parêzerên ÎHD’ê ji 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan bê ka Kulter hatiye binçavkirin an na, agahî xwestin. Ev bersiv ji parêzeran re hate ragihandin: “Di dest me de binçavkiriyekî bi vî navî nîne.”
Parêzerên ÎHD’ê piştî parvekirina ji ser tevna civakî ya "BÖF @Tweet_Guneydoğu" ku ya çeteyên Qesrê ne, têkîldarî aqûbeta Kulter serî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û Dozgeriya Komarê ya Şirnexê dan, lê bersiva “yekî wisa nîne” standin.
Walîtiya Şirnexê jî di daxuyaniya 2 roj berê de gotibû, “di destê emniyetê de navekî wisa nîne.”