Bîlgen: Kurdistan ji Xazze, Heleb û Kobanê ne cudatir e.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen bersiv da gotinên Serokwezîrê Tirk Davûtoglû ya "HDP’e xendekan rewa dike" û got "Pêdiviya kesên ku xendekan dikolin bi axaftinên me yên rewakirinê tine ne."

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen bersiv da gotinên Serokwezîrê Tirk Davûtoglû ya "HDP’e xendekan rewa dike" û got "Pêdiviya kesên ku xendekan dikolin bi axaftinên me yên rewakirinê tine ne." Bîlgen dîmenên bombekirina dibistaneke li Cizîrê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku tiştên li Kurdistanê tên jiyîn ji Xazze, Heleb û Kobanê ne cudatir e. 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, der barê civîna MYK'ê û rojevê de li Navenda Giştî ya HDP'ê nirxandin kir. Bîlgen di axaftina xwe de bal kişand ser şerê li Kurdistanê û got di rojên dawî de li Cizîr, Silopiya û Nisêbînê gelek sivîl hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Bîlgen diyar kir ku wesayîtên zirxî ji bo gel navçeyan biterikîne anonsan dikin û dîmenên bombekirina lîseya pîşeyî ya Cizîrê bi bîr xist. Bîlgen destnîşan kir ku tiştên tên jiyîn ji Xazze, Heleb û Kobanê ne cudatir e. 

'NE PÊWÎST E EM XENDEKAN REWA BİKİN'

Bîlgen bersiv da gotinên Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yên "HDP xendekan rewa dike" û got "Pêdiviya kesên ku xendekan dikolin bi axaftinên me yên rewakirinê tinene. Jixwe pêkanînên hêzên ewlehiyê, xendekan rewa dike." Bîlgen der barê gefxwarina Davûtoglû ya "Em ê dersa wan di Meclîsê de bidin wan" jî ev bersiv da: "Meclîs ne cihê ders dayîn û girtinê ye.

Parlamento ew cih e ku polîtîkayên dewletê tên darizandin û hikûmet jî hesaban dide ye."