Bîlgen: Erdogan wiha baxive wê hin ên din jî bixwazin di xwînê de serê xwe bişon!
Berdevkê HDP’ê Bîlgen li dijî hedefgirtina Erdogan a akademîsyenan bertek nîşan da. Bersiv da Kiliçdaroglû ya bi ‘hevkariyê’ sûcdar kiribû.
Berdevkê HDP’ê Bîlgen li dijî hedefgirtina Erdogan a akademîsyenan bertek nîşan da. Bersiv da Kiliçdaroglû ya bi ‘hevkariyê’ sûcdar kiribû.
Berdevkê HDP’ê Bîlgen li dijî hedefgirtina Erdogan a akademîsyenan bertek nîşan da. Bersiv da Kiliçdaroglû ya bi ‘hevkariyê’ sûcdar kiribû.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê têkîldarî pêşketinên rojane daxuyanî da, bersivên tund da îdîaya AKP û HDP’e di nav hevkariyê de ne ya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, wiha got: “Eger wê hevkariyek bê dîtin divê serokê CHP’ê li neynikê binêre û pozîsyona xwe deyne ser maseyê.”
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê têkîldarî pêşketinên rojane civîna çapemeniyê li dar xist.
Bîlgen li hember hedefgirtina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li dijî akademîsyenên li hember êrîşên qirkirinê yên Kurdistanê banga aştiyê kirin bertek nîşan da. Bîlgen li hember axaftinên serokê çete Sedat Peker ê li hember akademîsyenan gotibû, “Em ê xwînê biherikînin û di xwîna wan de em ê serê xwe bişon” bertek nîşan da û wiha got:
“Ji ber pevçûn û şîdeta niha daxuyaniyên hewldanên wan hedefgirtina partiya me ne tên kirin. Têkîldarî şîdet û pevçûnen helwesta me zelal e. Em ti carî mirinên sivîl qebûl nakin û normal dîtinê jî napejirînin.” Bîlgen wiha domand: “Hedefgirtina partiya me û kesên aştîxwaz ji aliyê Serokkomar ne rewşek dikare bê qebûlkirin e. Divê Serokkomar xwedî zimanekî giştî be, zimanekî ser siyasetê esas wergire. Ji ber ku dema Serokkomar wiha baxive, hin ên din jî wê bixwaze ji vê sûdê wergire û di xwînê de serê xwe bişo. Dema bi vî şiklî welat bû gola xwînê, êdî ne girîng e ku bê daxwazên kê yê serşuştinê tatmîn dibe. Piştî mirov mirin, welat bû gola xwînê, tatmîna hêstên ti kesan nikare mirovên çûne paş de vegerîne.”
JI KILIÇDAROGLÛ RE: LI NEYNIKÊ BINÊRE!
Bîlgen daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ya bi îdîaya HDP û AKP di nav hevkariyê de ye wek ‘qirêt’ nirxand, wiha got: “Yê vî welatî domahiya mehekê bi tûrên keşfê sekinand ew bi xwe bû. Eger wê hevkariyek bê dîtin divê serokê CHP’ê li neynikê binêre û pozîsyona xwe deyne ser maseyê.”