Bîlançoya şerê meha tîrmehê wiha ye

Bîlançoya şerê meha tîrmehê wiha ye

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bîlançoya şer a meha tîrmehê aşkere kir. Li gorî vê artêşa Tirk 55 operasyonên bejahî li dar xist, gerîlayan 53 çalakî pêk anîn. Di meha tîrmehê de 278 leşker hatin kuştin, 5 helîkopter ji aliyê gerîlayan ve hatin xistin û 22 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bîlançoya şer a meha tîrmeha 2012 aşkere kir. Di bîlançoyê dehat diyarkirin ku di meha tîrmehê de 278 leşker hatin kuştin, 5 helîkopter ji aliyê gerîlayan ve hatin xistin û 22 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê bîlançoya şerê tîrmehê de ev agahî da:

Operasyonên bejahî yên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 55

Êrîşên hewayî yên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 22 (Di 3 ji van de şewat)

Êrîşên kobrayan yên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 16 (Di 3 ji van de şewat)

Êrîşên top û tankan ên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 56 (Di 14 Ji van de şewat)

Pevçûnên di encama operasyonan de qewimiye : 46

Çalakiyên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin: 53

Pevçûn û çalakiyên encamên wan ji aliyên me ve nehatiye zelalkirin : 30

Leşkerên dijmin ên hatiye kuştin (yên hatiye tespît kirin): 278

Hejmara birîndarê dijmin (yên hatiye tespîtkirin) : 73

Helîkoptera skorkyê ya hatiye xistin : 5

Helîkoptera skorskyê ya hatiye derbekirin : 4

Helîkoptera kobra yên hatiye derbekirin : 2

Teçxîzatê dijmin ên hatiye tunekirin : 1 Dag Geyigi, 5 wesayitên leşkerî, 2 Kirpi, 2 Akrep

Teçxîzatên dijmin ên hatiye desteserkirin : 5 tufengên bi pompe, 2 BKC, 1 demance, 2 Wesayitên bi xebatên bi armanca leşkerî hatine bikaranîn ên hatine tunekirin, 13 Kamyon, 25 Tir, 58 wesayitên kar, 11 dozer, 1 traktor, 1 silindir, 1 transit, 3 Greyder, 2 pikap

Girtin û binçavkirinên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kirin: 21

Gerîlayên me yê şehîd ketine: 22

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di dawiya daxuyaniyê de got; “ Li gel van di gelek êrîşên artêşa dagirker a tirk de gelek rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye, sewalên wan telef bûne.”