Bi sedan herêm weke herêma qedexe hatin îlankirin

Walîtiya Colemêrgê bi sedan herêmên li Gever, Şemzînan û Çelê weke herêma qedexe îlan kir.

Walîtiya ku li Colemêrgê gelek herêm weke "Herêman Ewlekariyê ya Taybet" îlan kiribû, vê carê bi sedan herêmên li Gever, Şemzînan û Çelê ji 9'ê Kanûnê heta 19'ê Kanûnê li sivîlan qedexe kir. Walîtiya Colemêrgê got, "Herêma Kîlîle Tepe (Bakurê Kîlîle, Bakurê Kîlîle Tepe, Rojavayê Ballik Tepe û Ûfak Toprak), Herêma Cernîl Tepe (Bakurê Cernîl Tepe, aliyê wê yê rojava, Bakurê Kara Tepe, Gafa Tepe û Rojavayê Kovan Tepe), herêma Cernîl Tepe, qada Ganîzark (Bakurê Ganîzark) di çarçoveya herêma qedexe de hatine bicihkirin."

Li navçeya Çelê jî Geliyê Kazan (Taşlik, Ûzûndag, Îzme Dag, gundê Ûzûndere, gundê Çaglayan, gundê Çayirli, deşta Sevbaş, navçeya Çelê, gundê Narli, gundê Çevîzlî, gundê Kayalik, gundê Koprulu û gundê Geçîmlî hatin qedexekirin.