Bi qedexeya derketina derve re li Nisêbînê êrîşên dijwar rû dan

Bi qedexeya derketina derve ya li 4 taxên Nisêbînê re hêzên çekdar ên dewleta Tirk dest bi êrîşan kirin.

Piştî ku li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle yên navçeya Mêrdîn Nisêbînê ji saet 07:00 û pê ve derketina derve hat qedexekirin, hêzên çekdar ên dewleta Tirk dest bi êrîşê kirin.

Li 4 taxê ku dor lê hatine pêçandin, piştî 2 rojan careke din derketina derve lê hat qedexekirin.

Wesayîtên zirxî yên bi tîpa Kobra yên li Kolana Çaxçax û Qada Newrozê bi cih bûne, ji saet 03:00 û pê ve dest bi êrîşê kirin. Polîsên tevgera taybet ên Tirk gule li taxa Firatê reşandin û danê vê sibehê jî dest bi êrîşeke giran li hemberî 4 taxan kirin.

Li taxan teqînên dijwar rû didin. Her wiha pêgera hewayî ya bi tîpa Drone jî li ser taxan digerin.

Kurdistanî jî li pişt bendan li hemberî êrîşan li ber xwe didin.