Bi marîfeta Parlementerê AKP'ê operasyona ceyrana qaçax

Bi marîfeta Parlementerê AKP'ê operasyona ceyrana qaçax

Li Şirnexê bihinceta ku ceyrana qaçax bikaraniye, bi yekîneyên tayabet, polîs û tevgera tîmên taybet yên ku ji Enqereyê hatin di ser mala hinek kesên ku tê gotin BDP’yî de girtin. Hat îdîakirin ku, yekîneyên TEDAŞ’ê (Belavkirina Ceyrana Tirkiyeyê A.Ş) bi şev li mala Parlementerê AKP’ê yê Şirnexê Emîn Dîndar mêvan bûn.

Yekîneyên ku ji aliyê TEDAŞ’ê ji Enqereyê şandin, duh şev bi panzeran ve di ser malan de girtin.

Bihinceta ku ceyrana qaçax bikartînin di ser hinek malên BDP’yî de girtin, li gel erkdarên TEDAŞ’ê polîs û tîmên taybet jî tevlîbûn.

Hat îdîakirin ku, yekîneyên TEDAŞ’ê yên hatine Şirnexê şev li mala Parlementerê AKP’ê Emîn Dîndar mabûn.