Bi hinceta 'kolandina bê destûr' gule li mala Hevşaredara DBP'yî reşandin
Bi hinceta 'kolandina bê destûr', gule li mala Hevşaredara Deştadare ya DBP'î Îgdî hat reşandin.
Bi hinceta 'kolandina bê destûr', gule li mala Hevşaredara Deştadare ya DBP'î Îgdî hat reşandin.
Li taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Cizîrê, gule li mala Hevşaredara Bajarokê Deştadare ya DBP'yî Evîn Îgdî hat reşandin.
Êrîş, dema ku Îgdî ji ber wezîfeya xwe li bajarokê Deştadare yê Hezexê bû, pêk hat. Malbata Îgdî duh danê êvarê, ji bo odeyekê li xaniyê xwe zêde bike bi karkeran re li hewşê dixebitî. Leşkerên Tirk ji nişka ve bi wesayîtên zirxî hatin û gule li mala Îgdî reşandin. 1 jê astengdar 9 zarok jî di dema vê gulereşandinê de li hundirê malê bûn. Di êrîşê de bi tesadufî tiştek bi kesî nehat. Gelek gule li makîneya kar û malê ketin.
Piştî êrîşê xwediyê makîneya kar bi rêya telefonê xwe gihand Tabûra Tankê ya Leşkerî ya Cizîrê. Rayedarên li tabûrê jê re gotin, "Ji ber ku we bê destûr dikolandin, me êrîş kir."