Bi hezaran kes li Antalya û Hatayê daketin qada Newrozê
Li Hatay û Antalyayê bi hezaran kesên ku daketin qadan ligel qedexeyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.
Li Hatay û Antalyayê bi hezaran kesên ku daketin qadan ligel qedexeyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.
Ligel qedexeya Walîtiya Antalyayê bi hezaran kes bi şîara "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" cejna Newrozê pîrozkirin. Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan tevli Newroza li navçeya Kepezê bû. Li qadê ji ber teqîna li Stenbolê govend nehate gerandin. Ligel hewldana provokasyonê ya polîsan bi rêzgirtinê bernameyê dest pê kir. Paylan axivî û got ku li cihê ku Newroz bê qedexe bê pîrozkirin tu pirsgirêk wê neyê jiyîn û wiha axivî: "Ligel qedexeyê em wekî gelên bindest Newrozê pîroz dikin. Bila AKP û waliyên wî bizanibin ku em ê dev ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin."
HEVSEROK HATE DERBKIRIN
Hevberdevka HDK'ê Gulîsan Kiliç Koçyîgît jî di axaftina xwe de got ku ji bo ku Newroz wekî cejnê bê pîrozkirin hê jî nedereng e, ew ê têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin. Piştî pîrozbahiyê hevserokê HDP'ê yê Antalyayê Ahmet Kaya ji aliyê polîsan ve hate derbkirin. Piştî ku welatiyan nerazîbûn nîşandan polîs ji wir veqetiyan. Bernama bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû.
NÛÇEGIHANÊ DÎHA’YÊ HATE TEHDÎDKIRIN
Nûçegihanê DIHA’yê Hanîfî Aktaş ê ku ji bo Newrozê bişopîne çûbû Antalyayê jî beriya Newrozê ji aliyê polîsanv e hate ragirtin. Piştî ku polîsan tiştek nedîn vê carê jî gotina "tu çima hatiye vê derê, biçe Amedê, binêre li Stenbolê bambe teqiya te nedît" gef lê xwarin.
HATAY
Li navçeya Îskenderunê ya Hatayê jî ligel qedexeya qaymeqamiyê Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev bi dirûşman ve ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Di têketina taxê de polîsan pêşiya gel girtin, li ser vê yekê li vir daxuyanî hate dayîn. Hevserokê HDP'ê yê Hatayê Mehmet însan axivî û got ku ew guh nadin qedexeyê. Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu jî qedexe şermezar kir û nirxandina "Heke hûn li dijî gel şer vekin wê dawiya we jî bê" kir.
Piştî axaftinan gel xwest bimeşe Nûnertiya Taxa Buluttepe ya HDP'ê lê polîsan astengî derxistin. Ligel astengiya polîsan jî gel meşiya li vir bi muzîkê govend gerandin. Kurkçu li vir axivî û got ku bi qedexeyan têkoşîna gel nikare bê astengkirin.
Piştî axaftinan dema ku gel belav dibû 12 xwendekarên zanîngehê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.