Bi hezaran kes ji bo şikandina dorpêçiyê dimeşin

Bi hezaran kesên li navenda Şirnexê ji bo şikandina dorpêçiya li ser Cizîr û Silopiyayê li hev civiyan, ji bo xwe bigihînin navçeyên komkujî lê tê kirin, dest bi meşê kirin.

Bi hezaran kesên li navenda Şirnexê ji bo şikandina dorpêçiya li ser Cizîr û Silopiyayê li hev civiyan, ji bo xwe bigihînin navçeyên komkujî lê tê kirin, dest bi meşê kirin.

Tevî Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Lezgîn Botan, Berdan Ozturk û Bûrcû Çelîk û hevşaredarên DBP'yî Kurdistanî li ber avahiyên HDP û DBP'ê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Girseya gel li ser rêya Qilabanê dimeşe û hewl didin xwe bigihîne Cizîr û Silopiyayê.

Bi hezaran kes dirûşmên "Kujer Erdogan", "PKK gel e gel li vir e", "Bi berxwedanê re em ê qezenc bikin", "Bijî berxwedana Kurdistanê", "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Bijî berxwedana Silopiyayê" diqîrîn.

Li navçe û bajarokên Şirnexê ku jiyan lê sekiniye, gel ji her alî ve ber bi Cizîr û Silopiyayê ve dimeşe. Li Qilaban, Roboskî, Elkê ku dikan nehatine vekirin, gel bi qîrîna dirûşmeyan dimeşe.