Li navçeya Qilaban ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê tevgera hewayî tê jiyankirin. Ji yekîneyên leşkerî yên Qilabanê û gundê wê bi helîkopteran komando û leşkeran sewqî ser sînor dikin.
Di van demên dawî de li herêma Şirnexê liv û tevgerên leşkerî çêdibin. Li Qilaban û gundên wê yên bi taybet li ser sînorê Başûrê Kurdistanê liv û tevgera leşkerî didome. Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, bi helîkopteran leşker û komandoyan ji yekîneyên leşkerî yên Qilaban û gundên wê dikişîne ser xetên sînor.
Piştî pevçûnên dijwar yên li Colemêrg û 2 roje li Bêşebabê jî pevçûn didomin, tê diyarkirin ku TSK amadekariyên operasyonê dike û komando û leşkerên yekîneyên taybet sewqî ser sînor dike.