Ev 12 roje li navçeya Şemzînana Colemêrgê pevçûn didomin, hate diyarkirin ku Fermandariya Tûgaya Bêşebabê bi doçkayê gule li gundê Govik yê girêdayî navçeya Bêşebabê reşandine.
Pevçûnên li bejahiya navçeya Şemzînana Colemêrgê didomin, her wiha hate diyarkirin ku Fermandariya Tûgaya bi doçkayê duh şev gule li gundê Govik yê Bêşebabê reşandine. Hate hînbûn ku, guleyên reşandine li hinek kon û dîwarên malan ketine, gundî gelek bifikarin. Hate ragihandin ku, di êrîşê de mirî û birîndar çênebûne.