Beştaş: Gelê Sûrê vîna xwe teslîm nake
Li navçeya Sûrê pevçûn didome. Li gel pevçûn didome heyeta HDP'ê çû li navçeyê lêkolîn kir.
Li navçeya Sûrê pevçûn didome. Li gel pevçûn didome heyeta HDP'ê çû li navçeyê lêkolîn kir.
Li navçeya Sûrê pevçûn didome. Li gel pevçûn didome heyeta HDP'ê çû li navçeyê lêkolîn kir. Ji heyetê Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen diyar kir ku polîsan bi çekan êrîşî wan kir. Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku gel pir aşkera dibêje "Hûn nikarin vîna me dîl bigirin" û biryara xwe ya têkoşînê anî ziman.
Li navçeya Sûrê qedexeya derketina kolanan didome. Piştî Walîtiya Amedê der barê navçeya Sûrê de biryara qedexeya derketina kolanan da, êrîşên li ser welatiyan jî zêde bû. Polîs û tîmên taybet bi panzêran daketin nava kolanan û ketober gulebaran kirin. Li aliyê din bersiv hat dayîn û şer derket. Dengê çekan li nava kolanan bilind dibe û pevçûn heye. HDP'ê ji bo lêkolînê heyetek ava kir û çûn navçeya Sûrê. Heyetê piştî li navçeya Sûrê lêkolîn kir li Birca Keçikê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen, diyar kir ku dema ji bo lêkolînê çûn navçeya Sûrê polîsan bi çekan êrîşî wan kir û wiha got: "Piştî qedexeya kolanan îlan kir em jî çûn nava gel. Dema polîsan bi çekan êrîşî me kir, nûçegihana JINHA'yê Şehriban Aslan birîndar bû. Ev her tişt nîşan dide. Em dikarin bêjin li navçeya Sûrê dîmenên wekî Kobanê pêk hat. Li gel vê yekê moralê gel pir baş e. "
Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş jî anî ziman ku ji duh ve li dijî gelê Sûrê êrîş hene û wiha got: "Li taxa Hasirliyê meclîs hatiye şewitandin. Elektrîk hatiye qutkirin. Bi fermana Qesrê li dijî gel şerekî giştî tê meşandin. Gel diyar kir ku tevîl hemû êrîşan wê nikaribe vîna wan ji destê wan bigire. Gel bi biryare li ber xwe bide û vîna xwe teslîm neke."
Heyet piştî daxuyaniyê ji navçeyê veqetiya.
Li navçeyê qedexeya kolanan didome. Mirov tenê dikarin bi maşîneyan têkevin navçeyê û derkevin. Dorpêça polîsan a li navçeyên Hasirli û Hançepekê zêde bûye. Li navçeyê dengê dirûşman, "Bijî Serok Apo" bilind dibin û gel çalakiya dengderxistinê pêk tîne.