Berxwedêrên Nisêbînê ji bo Sûr, Silopiya û Cizîrê find pêxistin

Li Nisêbînê ku li hember êrîşan li ber xwe dan û gihiştin serkeftinê, li hember terora dewleta Tirk a li ser taxên Sûr, Silopiya û Cizîrê meşek bi findan li dar xistin.

Li Nisêbînê ku li hember êrîşan li ber xwe dan û gihiştin serkeftinê, li hember terora dewleta Tirk a li ser taxên Sûr, Silopiya û Cizîrê meşek bi findan li dar xistin. Bi sedan welatî li taxên berxwedanê Taxa Firatê hatin cem hev, find pêxistin û dest bi meşê kirin. Welatiyên di nava kolanan de dest bi meşê kirin bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedan Cizîr”, “ Bijî Berxwedana Sûrê”, “Her Cih Botan Her Cih Berxwedan” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Di meşê de welatiyan ji şibakeyan bi çepik û tilîliyan piştgirî dan çalakvanan.

Piştî meşa bi findan endamê Meclîsa Taxa Firat Ahmet Akçîn axivî û qala girîngiya meşa Botanê kir, bang li her kesî kir ku beşdarî meşa Botanê bibin. Akçîn wiha anî ziman: “Di vê pêvajoya ku dewleta Tirk şerê taybet ê li hember Kurdan daye destpêkirin, divê li hember dewletê hê zêdetir bertekên tund bê nişankirin. Qetlîamên ku dewlet dikin û li hember kiryarên hovane yên ku dewlet dide meşandin, divê hemû gelê Kurdistanê ji bo Sûr, Cizîr û Silopiyayê bikevin nava tevgerê. Di heman demê de êrîşa ku îro li Silopiyayê jî şermezar dikim. Divê hemû gelê Kurd li hember êrîşan rabe ser lingan.”

Piştî axaftinan, gel dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” qîr kirin û dest bi nobedê kirin.