Berxwedana xwerêveberiyê li Parîsê hat silavkirin

Li banliyoyên Vîlleneûve û Drancy ên Parîsê çalakî hatin lidarxistin û berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê hat silavkirin.

Li banliyoyên Vîlleneûve û Drancy ên Parîsê çalakî hatin lidarxistin û berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê hat silavkirin.

Li banliyoya Vîlleneûve ya Parîsê, li ser banga Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û tevgera jinên Kurd mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê hat silavkirin û lenet li faşîzma AKP'ê hat anîn.

Çalakî li ber avahiya Şaredariya Vîlleneûve pêk hat û rayedarên şaredariyê, Partiya Komunîst a Fransayê û Sendîkaya Kar a Giştî (CGT) destek dan. Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku faşîzma AKP'ê sûcê şer dike û divê li dadgehên navneteweyî were darizandin. Qisekeran destnîşan kirin, ku mafê herî xwezayî yê gelê Kurd xwerêveberî wê bi ser bikeve û mîna DAIŞ'ê AKP jî wê têk biçe.

LI DRANCY MEŞ

Li banliyoya Drancy ya Parîsê jî, Navenda Civaka Demorkatîk a Kurd û Meclîsa Jinê bi hevkarî meşek organîze kirin. Meşa ji ber Şaredariya Drancy destpê kir, li ber gara Bobîgny bi dawî bû.

Nûnera tevgera jinan Zozan Serhat li vir axivî û destnîşan kir ku Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Silopiya û gelek herêmên Kurdistanê sembolên dîrokî yên berxwedana bi rûmet in.

Serhat diyar kir ku xweparastin, vîna xwerêveberiyê û vîna xweparastinê ya gelê Kurd gelekî hêja û pîroz e û got, "Ev gel wê serî li ber AKP-DAIŞ'ê netewîne, wê li ber xwe bide. Gelê Kurd ev 40 sal in gelek desthilatdarî dît. Ji hilweşîna gelekî ji wan re şahidî kir. Ew ê şahidiyê ji hilweşîna AKP'ê re jî bike. AKP wê bike, lê gelê Kurd û azadiya gelê Kurd wê bimîne."

...