Berxwedana xwerêveberiyan bi çalakiyan tê silavkirin
Pêkanînên rêveberiya awarte û êrîşên li dijî gel ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li Şirnex, Artûklû û Qoserê bi çalakiyan hat protestokirin.
Pêkanînên rêveberiya awarte û êrîşên li dijî gel ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li Şirnex, Artûklû û Qoserê bi çalakiyan hat protestokirin.
Pêkanînên rêveberiya awarte û êrîşên li dijî gel ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li Şirnex, Artûklû û Qoserê bi çalakiyan hat protestokirin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê ku li dijî pêkanînên reveberiya awarte yên li ser Silopiya û Cizîrê bi rojan e li ser piyan e, gelê li dijî êrîşên polîs-leşker ên li hemberî meşa ber bi Cizîrê tevahî rojê li ber xwe da, danê êvarî çalakiyên meş û dengderxistinê li dar xist.
Bi hezaran kesên ku li taxên Cûmhûriyet, Dîcle, Yeşîlyûrt û Bahçelîevler hatin cem hev, li derdora agirê pêxistine govend gerandin, fîşekên hewayî avêtin. Piştre bi hezaran ciwanên derbasî meşê bûn, dirûşmên “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Bijî Berxwedana Silopiya” berz kirin, bi beroş û taweyan çalakiya dengderxistinê pêk anîn. Polîsan li dijî çalakî û meşê li gule li hewayê reşandin, gel li hember van êrîşana bi dengekî zêdetir bû bersiv.
Di çalakiyan de ji bo meşa sibehê ya wê saet 11.00’an ji pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê destpê bike banga tevlîbûnê hate kirin.
Dema meş û çalakiyên dengderxistinê dewam dikirin, ciwanan li dijî avahiya Bayindirlik a li Taxa Dîcleyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de avahiya Bayindirlik şewitî û hat wê astê ku êdî nema tê bikaranîn.
ARTÛKLÛ
Ciwanan pêkanînên rêveberiya awarte ya li ser Cizîr, Silopiya, Kerboran û Nisêbînê li Taxa Stasyonê protesto kirin. Ciwanan li ser rêya di navbera Mêrdîn û Qoserê de agir pêxistin, rê ji çûyin û hatinê re girtin, bi dirûşmeyan berxwedana gel silavkirin.
Bi çalakiya ciwanan, li ser rê rêzên dûr û dirêj ên wesayîtan çêbûn. Piştî demekê polîsên bi wesayîtên zirxî hatin bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Piştî êrîşan ji bo demekê pevçûn derketin.
QOSER
Yek ji navnîşanên ku pêkanînên rêveberiya awarte hatin protestokirin Qoser e. Piştî duh êvarî polîsan êrîşî protestoya kirin, pevçûn li tevahî taxan belav bibû. Îşev jî bi çalakiya dengderxistinê ve bertekên xwe anîn ziman. Ji wesayîtên zirxî polîsan bi bombeyên gazê êrîşî welatiyên ku li ser banê mala xwe, li şaneşîna xwe çalakiya dengderxistinê pêk tînin, kirin. Li dijî êrîşa polîsan jî ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Ji bo nehêlin polîs bikevin taxan jî li ser rêyan konteynirên çope û lastîk danîn.
Li navçeyê li taxên Ataturk, Berçem, Koçhîsar, Îpek û terqarêya Qoserê pevçûn didomin.