Berxwedana Sûrê li hember êrîşan berdewam dike

Êrîşên bi qedexeya kolanan a ku li navçeya Sûrê a Amedê 4. rojan berdewam dike her diçe dijwar dibin, berxwedana gel jî mezin dibe.

Êrîşên bi qedexeya kolanan a ku li navçeya Sûrê a Amedê 4. rojan berdewam dike her diçe dijwar dibin, berxwedana gel jî mezin dibe. Girseya daket kolanan, bi dirûşm û tilîliyan dengên teqîn û çekan ditepisîne.

Li navçeya Sûrê ya Amedê di roja 4. a qedexeya kolanan de êrîşên dijwar didomin. Di taxên ku tîmên taybet bi bombeavêj û çekên giran ve êrîş dikin heta niha 3 kesî jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne. Ji ber dorpêçê, birîndar hê jî nikarin biçin nexweşxaneyan. Hate diyarkirin ku ji 20 kesî zêdetir ên giran birîndar bûne tedawiyên xwe li malan pêk tînin.

Tîmên taybet û polîsan di danê sibehê êrîşên xwe dijwar kirin, di encama guleyên bombeavêjan hin mal şewitîn û bûn xwelî. Gelê Sûrê êrîşên êvarî zêde bibûn protesto kirin, bi çalakiya dengderxistinê li taxan ket nav meşê. Gelê Sûrê ji çar baskan kete meşê, dirûşmên “Bijî Berxwedana Sûrê” qîr kirin, ji avahiyan jî bi lêdana beroşan piştgirî hat dayin. Dengê gel dengê teqîn û çekan ditepisînin, her wiha li navçeya Sûrê çalakiya welatiyan didome.

Dîsa, ciwanên li nêzî Koşûyolû hewldanên komkujiya Sûrê protesto dikirin, rê demek dirêj ji trafîqê re girtin. Ji bo balkişandina ser bi rojan qutkirina elektrîkê, ji bo demekê elektrîkên xwe girtin.

Li cem vê, hate dîtin ku tîmên taybet ên jendermeyan danê êvarî bi kepçeyan ji taxan derketin, her wiha hate diyarkirin ku ji aliyê Hasirli, Bazara Yogurt û Mizgefta Kûrşûnlû dengên zêde yên teqînê tên.