Berxwedana li Silopiya û Cizîrê di roja 15. de ye

Li hemberî tank û topên dewleta Tirk, berxwedana Cizîr û Silopiyayê di roja 15. de dewam dike.

Li hemberî tank û topên dewleta Tirk, berxwedana Cizîr û Silopiyayê di roja 15. de dewam dike.

SILOPIYA

Li Silopiyayê, danê vê sibehê polîsên tevgera taybet û leşkerên Tirk avêtin ser hin malên li Taxa Kizirê (Cûmhûriyet). Di serdegirtinê de Mazlûm Ozmen (24) ê li amîriya zabite ya şaredariyê dixebite, Sûphî Ogel (31) û gelek kesên navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin. Li aliyê din, leşkerên Tirk ên ku çend roj berê bi topbaranê zerar dan dibistanên seretayî yên 23 Nîsan û Sevgî yên li taxê, aleke mezin a Tirk li cihên dibistanê yên zerar lê kirine daliqandin û bi vî rengî hewl dan vê yekê veşêrin. Polîs û leşkerên Tirk ên li van dibistanan bi cih bûne, li binê baceyên dibistanan qul vekiriye û ji vir guleyan li gel direşînin.

CIZÎR

Li Cizîra Botan, hêzên dewleta Tirk heta ber destê sibehê êrîşên xwe dewam kirin û ji tankan top avêtin taxên Cûdî û Nûrê. Ji ber ku top li 5 malên li derdora Tabûra Tankê ya li taxa Nûrê ketin, şewat derket. Welatiya bi navê Kumrî Işik a ku li mala xwe ya li taxê, ji ber êrîşên giran ji ser hişê xwe çû û ji ber êrîşan nikarîbûn wê rakin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kûmrî bi wesayîta cenaze ya şaredariyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Tevî hemû êrîşan jî gel kolanên xwe naterikîne û berxwedana xwe mezin dike. Li hemberî dorpêçî û êrîşên li dijî navçeyê, gel wê li ber Medreseya Sor bicive û bimeşe.