Li Êlihê, şerê ji ber destwerdana polîsên Tirk a li xwepêşandana şermezarkirina "qedexeya derketina derve" destpê kir, li tevahiya bajêr belav bû.
Bi hezaran kes li taxên Şîrînevler, Cûmhûryet, Petrol, Cûd, Bayindirlik û Şafak daketin qadan.
Ji ber bombeyên gazê yên ji wesayîtên zirxî hatin avêtin, tax di nava mij de maye.
Polîsên Tirk gelek kes girtin bin çavan. Êrîşa hêzên dewleta Tirk û berxwedana ciwanan û gel a li hemberî êrîşan, hê didomin.
...