Berxwedana gel li Kerboranê bi ser ket
Li Kerboranê ya ku terora dewletê di roja 19. De dewam dike, hêzên dewleta Tirk ên nikarin berxwedana gel bişkînin di saetên şevê de qedexe rakirin.
Li Kerboranê ya ku terora dewletê di roja 19. De dewam dike, hêzên dewleta Tirk ên nikarin berxwedana gel bişkînin di saetên şevê de qedexe rakirin.
Li Kerboranê ya ku terora dewletê di roja 19. De dewam dike, hêzên dewleta Tirk ên nikarin berxwedana gel bişkînin di saetên şevê de qedexe rakirin.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ku 19 roj in terora dewletê berdewam dike û tîmên taybet ên Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî taxan dike, qedexeya derketina kolanan rabû. Li Kerboranê ev 19 roj in kolan li welatiyan hatibû qedexekirin û ev 19 roj in welatî ji aliyê hêzên dewletê ve di malên xwe de hatibûn hepiskirin. Qedexeya kolanan saet di 18.00'an de bi dawî bû.
7 KES HATIN QETILKIRIN
Li navçeyê di qedexeya ku 19 rojan berdewam kir de 7 kes hatin qetilkirin. Li taxa Safayê ku êrîş herî zêde bûn gelek mal hatin texrîbkirin, li gelek malan jî ji ber topbaranê hatin şewitandin. Ji bo ku gel malên xwe biterikînin rojên destpêkê gelek caran anons hatin kirin, lê ji ber ku gel guh neda anonsan û malên xwe neterikandin hefteya borî qet anons nehatin kirin.
GEL KOLAN NETERIKAND
Li gel qedexeyê, gel ji bo êrîşên li dijî taxa Safayê bişkîne gelek caran daket kolanan û meş li dar xist. Welatiyên ku xwestin bikevin taxa Safayê rastî êrîşan hatin û gelek kes ji ber êrîşan birîndar bûn. Hêzên dewletê ku ji bo şikandina îradeya gel hemû rê û rêbaz ceribandin bi ser gelek malan de jî girtin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 11 kes hatin binçavkirin. Gel hema her şev daket kolanan û çalakiya dengderxistinê pêk anî.
GEL LI DIJÎ AMBARGOYÊ SERÊ XWE NETEWAND
Li navçeyê ji bo ku gel koçber bibe ji bilî êrîşa tank û topan elektrîk, av qut kirin û ambargoya zaxîreyê danî. Li dijî van êrîşan gel hevkariya xwe zêde kir û ambargo pûç kir. Çend mal hatin cem hev û komun ava kirin, di dema êrîşan de parîk nanê xwe bi hev re parve kirin. Nanê ku qaymeqamiyê li welatiyan xwest belav bike jî gel qebûl nekir û destûr neda ambargo wekî şantajê bê bikaranîn.
6 WESAYÎTÊN ZIRXÎ HATIN TEXRÎBKIRIN
Li navçeya ku berxwedan herçu geştir bû bi dehan teqîn çêbûn. Di encama teqînan de 6 wesayîtên zirxî û kepçe hatin texrîbkirin û gelek ji wan jî zirar dîtin. Ji ber qedexeyê hejmara leşker û polîsên ku mirine nehat zelalkirin.
BERXWEDANA GEL QEDEXE RAKIR
Li hemberî berxwedana gel hêzên dewletê di roja 19'emîn de mecbûr man qedexeyê rakin. Gelê Kerboranê ku berxwedaneke bêhempa nîşan da, rakirina qedexeyê bi dirûşma "Bijî Berxwedana Kerboranê" pêşwazî kir. Li dijî taxa Safayê dorpêç didome. Li taxa ku trafoya elektrîk hatiye hedefgirtin elektrîk tuneye.
LI SER NAVÇEYÊ TEVGERA HERONAN
Li navçeyê hin welatiyên ku nehatine defnkirin wê sibehê bên defnkirin. Dîsa gel wê biçin serdana Taxa Safayê ya ku li dijî êrîşan li ber xwe da. Qedexe qaşo rabû, lê li navçeyê tevgera pêgerên keşfê dewam dike.