Berxwedana gel a li dijî êrîşan hate silavkirin

Terora dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd li Nisêbîn, Sûr, Sîlopî, Cizîr û Kerboranê pêk te, li gelek deveran bi meş û daxuyaniyan ve hate şermezarkirin û berxwedana gel a li dijî hewldanên qatlîaman hate silavkirin.

Terora dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd li Nisêbîn, Sûr, Sîlopî, Cizîr û Kerboranê pêk te, li gelek deveran bi meş û daxuyaniyan ve hate şermezarkirin û berxwedana gel a li dijî hewldanên qatlîaman hate silavkirin.

QERS

Ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li dijî gel meş hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Rêveberên HDP, DBP, KJA, DEM-GENÇ û ÎHD'ê jî beşdar bûn. Bi sedan welatî li ber avahiya HDP'ê ya Qersê kom bûn û heta Peykerê Hespê ve meşiyan. Li vir Hevseroka DBP'ê Şengul Mehmetoglu axivî û diyar kir ku ew berxwedanên li Kurdistanê silav dikin. 

Piştre jî Hevseroka HDP'ê Cengîz Topbaşli axivî got ku îro li Kurdistanê polîs mirovên me qetil dikin. Topbaşli anî ziman ku Serokomar Tayyîp Erdogan gotina "yên ku mirovên xwe bombebaran dikin terorîst in" bi kar danî niha heman tiştî ew dikin.

Daxuyanî di bin dorpêça polîsan de hate dayîn û girse cardin bi meşê vegeriya avahiya DBP'ê. 

MÛŞ 

Li navçela Gimgimê ya Mûşê ji bo şermezarkirina qatlîamên li Kurdistanê meş hate lidarxistin. Gelek kesên li ber avahiya DBP'ê kom bûn pankart vekirin û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Qatil AKP" ve heta Navenda Kar a Şaredariyê ve meşiyan. Hevseroka Gimgimê Sabîte Ekîncî li vir axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi îmhayê re rû bi rû ye û banga yekîtiyê li hemû kesan kir.

MÊRDÎN

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê KJA, OGDK li dijî qatlîaman meş li dar xistin. Bi sedan jin beşdarî meşê bûn. Welatiyên li derdor jî piştgirî dan çalakiya jinan. Li ser navê jinan Hevseroka HDP'ê Rojîn Durmaz axivî û diyar kir ku ev polîtîka wê çareseriyê neyne, divê qedexe bên rakirin, daxwazên gelê Kurd ên xwerêveberiyê bê qebûlkirin. Di çalakiyê de "Bijî Serok Apo" "Bijî berxwedana Botanê" hatin berzkirin. 

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

AMED

Li navçeya Farqînê HDP û DBP'ê meş li dar xist. Gelek kesên li ber Şaredariya Farqînê hatin cem hev bi çepik û tîlîliyan ve dest bi meşê kirin. Lê, li cadeya Diyarbakir polîsan pêşiya gel girtin û meş asteng kirin. 

Welatiyên ku li dijî astengkirina polîsan nerazîbûn nîşan dan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Piştî çalakiya rûniştinê Hevserokê DBP'ê Îskan Uzumlu diyar kir ku ew ê pêkûtiyên li dijî gel bên şkandin û nirxandina "Gelê Kurd wê azad be" kir. 

Piştî daxuyaniyê girse bi çepikan ve belav bû.

ÇEWLIG

Bi banga HDP û DBP'ê gel li ber avahiya HDP'ê kom bûn û qatlîamên li dijî gelê Kurd ên li Kurdistanê pêk tên şermezar kirin. Bi lêdana beroş, tawe, erbaneyan ve gel heta Kuleya Seatê ya Dortyolê ve meşiyan. Girse li vir ji bo kesên di qatlîama Gurgumê de hatine qetilkirin rêz girt. Piştre jî Hevserokê HDP'ê yê Cewligê Niyazî Bugu axivî û diyar kir ku desthilatiya li dijî gel ê ku li ser axa Kurdistanê hewl dide jiyaneke adil, wekhev û aştiyane pêk bê têdikoşin, şer dike.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 

DÎLOK

Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dîlokê li Parka Yeşîlsu daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta "Em ê ti caran ji biratî û aştiyê, ji maf û azadiyên xwe tawîz nedin" hate vekirin. Li vir destpêkê ji bo kesên ku ku di qatlîama Gurgumê hatin qetilkirin rêz hate girtin û piştre jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Piştre ji DÎSK'ê Alî Guducu axivî û diyar kir ku şer xirabûnek e û wiha axivî: "Şer mirina dayikên zarokan e. Êdî em li çiyayên xwe bêhna xwînê naxwazin. Em ne dengê çekan, dengê çûkan dixwazin. Piştre Berdevkê Demî yê KESK'ê Alî Ersonmez axivî û got ku divê pêvajoya pevçûnê bi dawî bibe û bûyerên şîdetê yên ku jiyana mirovan serûbino dikin ji holê bê rakirin. 

Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.