Berxwedana Bakûr ji Şengalê hat silavkirin

Di pêşengiya Meclîsên Jin û Ciwan ên Şengalê de ji bo êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê protesto bikin û ji bo piştgiriya îradeya gel a berxwedanê ya li dijî van êrîşan jî meşek hat lidarxistin.

Ciwanên Şengalî berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kirin, her wiha gotin ku berxwedana li dijî van êrîşanê dewleta Tirk ên nayên pejirandin jî pîroz dibînin. Di daxuyaniya piştî meşê de hate xwestin ku dewleta Tirk dest ji êrîşên xwe yên li dijî gelê Bakurê Kurdistanê û civaka Êzidiyan berde. Hate destnîşankirin ku eger êrîş bi dawî nebin wê mafê xweparastinê heta dawiyê bê bikaranîn.

Di daxuyaniya Meclîsa Ciwanan de jî bal hat kişandin ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê li Başîka ya girêdayî Mûsilê leşker bi cih kiriye, hate diyarkirin ku ev tê wateya dagirkirin û qetlîamê.

Di dawiya daxuyaniya meclîsên jin û ciwanan de ev bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin: “Pêwîst e şertên esaretê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe. Mafê azadî û serxwebûnê yê gelê Kurd heye. Ti kes nikare van mafana înkar bike û heta ev mafana bi dest bikevin jî wê têkoşîn bidome.”