Bernê ji bo Sûrê çalakî li dar xist

Kurdistanî û dostên wan ên li Bernê jî ji bo Sûrê di çalakiyê de bûn. Di çalakiyê de lenet li dewleta Tirk hat barandin, banga ji bo Sûrê her kes li kolanan bin hate kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Bernê jî ji bo Sûrê di çalakiyê de bûn. Di çalakiyê de lenet li dewleta Tirk hat barandin, banga ji bo Sûrê her kes li kolanan bin hate kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, daxwaza rakirina dorpêça li Sûrê kirin. 

Di domahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Terorîst Tirkiye”, “Qatil TC Ji Kurdistanê Biceheme” û sloganên berxwedana Kurdistanê silav dikin hatin berzkirin. Di axaftinên çalakiya ku rêxistinên antî-faşîst ên Swîsreyî jî piştgirî danê de li ser polîtîkaya dewletê ya li ser Sûrê hat rawestandin, banga li qadan bin li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê hat kirin.

Piştî axaftinan, çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

...