Berjîn û Cizîr bi ser ketin; Serbilind be û bikene
Rûkena Cizîrê Berjîn, di rêya azadiyê de kelehên zîhniyeta paşverû û feodal yek bi yek hilweşand û li bajarê gelekî jê hez dikir li navenda berxwedanê Cizîrê bi gotina 'Serbilind be û bikene' tevlî karwanê nemiran bû.
SERKAN DEMÎREL
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 28 reşemiyê 2016, 07:00
Rûkena Cizîrê Berjîn hînê di emrê zarokatiyê de evîndara azadiyê bû. Di rêya azadiyê de kelehên zîhniyeta paşverû û feodal yek bi yek hilweşand û li bajarê gelekî jê hez dikir li navenda berxwedanê Cizîrê bi gotina 'Serbilind be û bikene' tevlî karwanê nemiran bû.
Yek ji sedan mirovên li jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê ji aliyê kujerên qesrê ve bi hovane hatin şewitandin û qetilkirin Berjîn Demîrkaya bû. Demîrkaya li dû xwe çîroka jiyan û berxwedaneke her li ser zimanan be hişt û tevlî karwanê nemiran bû.
DI BEDEWIYA NEWROZÊ DE JI DAYIK BÛ
Berjîn di 26'ê Adara 1977'an de li gundê Madrak ê navçeya Erzîrom Tekmanê di nava bedewiya Newrozê de ji dayik bû. Keça malbatek ji 6 zarokan bi kesayetiya xwe ya bi biryar û serhildêr mezin bû.
Li gundekî ku rewşa feodal lê gelekî giran bû, ji ber welatparêziya bavê xwe li gundê xwe Madrakê dest bi dibistana seretayî kir û qedand. Ji ber zor û zehmetiya jiyana gund, nekarîbû perwerdeya xwe bidomîne.
Tevî vê yekê jî her tim xwend û xwe bi pêş xist. Hînê di emrê zarokatiyê de radihişt pirtûkên bavê xwe û diçû ser girên li gund, dixwend. Di heman demê de li ser daxwaza bavê xwe her êvarê li radyoyên Erîvan û Dengê Amerîkayê guhdarî dikir û bûyerên qewimî ji bavê xwe re radigihand.
DI ZAROKATIYÊ DE EVÎNDARA AZADIYÊ BÛ
Berjîn di emrê zarokatiya xwe de gelekî ji gerîlayên PKK'ê yên dihatin gund bi bandor bû. Her roj li benda hatina wan bû û ji bo ji gerîla re bistirê stran ji ber dikir. Birayê wê Ruştu Demîrkaya van bîranînên wê vedibêje: "Ez hînê gelekî biçûk bûm, ji bo ji gerîlayan re bistirê xwişka min Berjîn û min me stran ji ber dikir û bi kêfxweşiyeke mezin ji wan re digotin."
BI KEDA XWE RE XWE AFIRAND
Demîrkaya destnîşan kir ku Berjîn gelekî hez ji xwezayê dikir û got, "Bavê min mêşvanî dikir. Bi dehan kewarên me hebûn. Bavê min gelek caran ji ber kar ne li gund bû. Xwişka min lê mêşên hingiv dinêrî. Berjîn her sibehê dema hişyar dibû diçû cihê kewar lê bûn û hem pirtûk dixwend, hem jî bi mêşên hingiv re eleqedar dibû."
TI CARÎ SERÎ BER FEODALÎZMÊ NETEWAND
Berjîn a ku ti carî serî li ber nêzîkatiyên feodal ên li gund netewand, hînê di emrê zarokatiyê de qebûl kiribû ku divê jin di bin serdestiya mêrekî de nejî. Xwişka wê bi xwezgînî hat zewitandin û Berjîn nerazîbûneke mezin nîşanî vê da. Her çend Berjîn bi vîna xwe ya azad, bi ciwanekî wê bi xwe nas kir re destgirî bû jî, bi gotina 'jiyana di bin serweriya mêr de ne li gorî min e. Eger têkiliyek wê hebe divê ev azad be' û dawî li destgiriyê anî.
Berjîn a li nava malbateke welatparêz mezin bû, da xuyakirin ku jiyana li gund wê têr nake û di 28 saliya xwe de di nava avabûna Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a li Tekmanê cih girt. Demeke dirêj li vir û Erzîromê xebatên siyasî meşand. Yek bi yek kelehên ji mejiyê feodalîzmê hilweşand û bi pêş de çû. Ji ber xebatên xwe yên siyasî wextekê li Erzîromê hat girtin û piştî ragirtina sal û nîvekê, bi şertê kontrola edlî hat berdan. Dema derket derve, xebatên xwe yên siyasî ji cihê mayî dewam kir. Berjîn piştre bi awayekî aktîf beşdarî xebatên jinan ên li nava KJA bû.
BER BI ÇEPERÊN BERXWEDANÊ VE
Piştî xebatên li Mûş, Mersîn û Amedê Berjîn berê xwe da Cizîrê û xebatên jinê li vir dewam kir. Tevî ku dewleta Tirk li hemberî îlanên xwerêveberiyê dest bi êrîşên qirkirinê kir jî wê Cizîr tercîh kir û li kolanên Cizîrê yên dihatin bombekirin, her tim bi wê rûkeniya xwe li çeperên berxwedanê cih girt, bû moral û hêviyeke mezin. Tevî ku ji ber vîrûsa di xwîna wê de diviyabû timî tedawî bibe, ti carî Cizî neterikand.
MIRIN DA BER ÇAVÊN XWE
Berjîn di her firsendê de danî ziman ku ew gelekî ji Botanê bi taybetî jî ji Cizîrê hez dike û di nava tilîliyên jinên Kurd de cihê xwe di nava refên pêş ên berxwedanê de girt. Tevî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk jî paşve gav neavêt. Di bin bombeyên li wan dihat barîn de bi hêviyeke mezin xwe li jiyanê girt. Di rojên pêş ên berxwedanê de li dayika xwe ya nexweş geriya û got, 'meraqa min neke, ez başim' û ji dayika xwe re bû hêvî.
Birayê wê Ruştu Demîrkaya da xuyakirin, ku Berjîn mirin da ber çavên xwe û li Cizîrê ma. Demîrkaya axaftina xwe ya bi Berjîn re bi vî rengî kurteber kir: 'Xwişka min digot; êrîşên dewletê hebin jî li vir berxwedaneke mezin heye. Jin, zarok her kes li kolanan li ber xwe didin. Her kes divê ji bo Cizîrê dengê xwe bilind bike. Bila kes ne li bendê be ku em teslîm bibin. Em ê li ber xwe bidin û eger pêwîst bike em ê şehîd bikevin. Me mirin dane pêş çavên xwe."
Bedena Berjîn a li jêrzemînê hat şewitandin, çend roj berê li gundê Tekman ê lê ji dayik bû hat veşartin.
SERBILIND BE, BIKENE
Rûkenî û stranên azadiyê yên Berjîn, li kolanên Cizîrê û Kurdistanê her deng vedide. Di nava tilîliyên dayikan û rûyên bi ken û berxwedêr re Berjîn di nava me de derbas bû. "Sebilind be û bikene. Bila yên zilmê dikin meraq bikin, bê çima di nava vê zilmê de dikene."
Divê niha ji dewleta mirovahî pê re nemaye bê pirsîn; Berjîn û Cizîr bi ser ket, an dewlet? Bersiva vê pirsê niha li Sûr, Cizîr, hezex, li çar parçeyên Kurdistanê di nava stranên azadiyê yên li ser zimanê jin û zarokan e.