Girtiyê Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Suleyman Acar ê ji doza KCK'ê dihat darizandin, hêj derneket pêşberê dadgehê ji ber xwîn çû hundirê wî û jiyana xwe ji dest da. Acar ku bavê 7 zarokan bû li derve di dawetan de stran digotin û 6 meh berê hatibû girtin. Hate zanîn ku Acar dê di 27'ê Hezîranê de dê derketa pêşberî dadgehê.
Girtiyên siyasî yên li girtîgehan yek bi yek ji ber şert û mercên girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên ku bi nexweşiyên giran in, ji ber nayên dermankirin û serbest nayên berdan jiyana xwe ji dest didin. Piştî çend hefte berê li Girtigeha Mûşê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Lîzê Aydin Kaya yê 30 salî jiyana xwe ji dest da, niha jî girtiyê bi navê Suleyman Acar ê bavê 7 zarokan ku ji doza KCK'ê dihat darizandin jiyana xwe ji dest da. Acar ku 6 meh berê hate girtin, li Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê xwîn çû nav dilên wî û jiyana xwe ji dest da. Acarê 42 salî ku di 13'ê hezîranê de xwîn çû navdilên wî rakiribûn nexweşxaneyê û nêzî 2 heftene li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê dihat dermankirin. Acar, ku di komayê de bû, serê êvarî jiyana xwe ji dest da. Malbata Acar ku li Sîlopiyê ya Şirnexê dijîn piştî bûyer bihîstin ber bi Amedê ve bi rê ketin.