Beriya niha 25 sal rejima Sedam Hisên ya Iraqê bi çekên kîmyawî bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kiribû. Di bombebarana kîmyawî de bihezaran Kurdan jiyana xwe ji dest da bûn.
Beriya bi 24 salan wekî îro, balafirên rejîma Bees ya Iraqê, bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê dabûn ber bombeyên kîmyewî û di encamê de bi sedan kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Di demjimêr 4’ê paş nîvro roja 28’ê Pûşpera 1987’an, çar taxên bajarê Serdeşt û gundên nêzîkî bajêr Reşe Hermê û Deştî Kepran ketin ber bomberana balafirên Iraqê.
Di demjimêrên destpêkê yên bombebaranê de, Serdeştiyan hîs kir ku ev bombebarenek asayî ye, lewra xelk çû cihê bombebaranê û hewl da birîndaran rizgar bike. Piştî ku di laşê mirovan de xwerhînê destpê kir, laş werimîn, ji dev, poz û çavê wan av hat, tengenefesiyê destpê kir û vereşiyan, xelkê bajêr fam kir ku ew bi êrişek kîmyewî re rûbirû mane. Gelek kesên ku cidîyeta vê yekê famnekirin û ji bo rizgarkirina birîndaran hewl dan, jî jiyana xwe j idest dan. Bi vî awayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan her ku çû zêde bû.
Di duyem roja kîmyabarana Serdeştê de, bi sedan kuştî û birîndar li salona sporê ya bajêr ku wekî Holî Palewan Textî tê naskirin hatin komkirin û piştre birîndar veguhestin nexweşxaneyên Mehabad, Urmiyê, Tewrêz û Tehranê.
Tevî ku hejmara teqez ya kuştiyên di encama vê hovîtiyê de nayê zanîn jî, tê texmînkirin ku di vê êrîşa balafirên rejîma wê demê ya Iraqê de, herî kêm 8 hezar kurdên sivîl hatin kuştin û birîndar kirin. Rejîma Sedam Husên, di vê êrişa li ser Serdeşt de, gaza qedexekirî sulformustard, ango xerdel, gaza tabon û gaza sûman bikar anîbû.
Li gor çavkaniyên Komara Îslamî ya Îranê, di encama kîmyabarana Serdeşt de, navendên leşkerî yên Iranê ti zerar nedîtine û hemû kesên jiyana xwe ji dest dan, xelkê sivîl yê bajarê Serdeşt û gundên derdora wê bûn.
Li gel vê hêşta hejmarêkî dirûst yên qurbaniyên Serdeştê nehatin zanîn, lê belê dibêjin li nêzî 8 hezar kes hatin kuştin û birîndar kirin.
Piştî vê êrîşê salekê 16’ê Adara sala 1988’an li dijî Helepceya Başûrê Kurdistanê êrîşa kîmyewî hatibû li darxistin û herî kêm 5 hezar Kurd hatibûn qetilkirin. Komkujiya ku ji aliyê rejima Sedam li dijî Kurdan hatî destpêkirin weke Enfal hatibû binavkirin.
Yekem operasyona ku ji şeş operasyonan destpêkirî, di Sibata 1988’an destpê kir, ya herî dawî jî navbera 25’ê Tebax-6’ê Îlona 1988’an hatibû dirust kirin. Di van komkujiyan de tenê li Başûrê Kurdistanê 180 hezar Kurd hatibûn qetilkirin.
Şerê Îran-Iraqê jî di navbera Îlona 1980’ê û Tebaxa 1988’an rû da, 1 milyon mirov di van şeran de hatibûn kuştin.