Berdevkê HSD’ê Silo navenda xweseriya demokratîk a Girê Spî ziyaret kir

Berdevkê Fermî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo, navenda xweseriya demokratîk a bajarê Girê Sipî ziyaret kir.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo, navenda xweseriya demokratîk a bajarê Girê Sipî ziyaret kir.

Telal Silol ji aliyê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Girê Spî Leyle Mistefa û Mensûr El-Selûm, Endamê Têkiliyên Dîplomatîk a Xweseriya Demokratîk Omer Elûş, rêveberên Tevgera Civaka Demokatîk Fehad Dêrîk û Ednan Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de Telal Silo soza parastina gel da û got: "Em ê li hemberî hemû êrîşên çeteyan bisekinin û gelê xwe biparêzin."

Silo diyar ku çete bêhêz mane û ev êrîşên dawî yên li ser Girê Spî jî nîşaneya lawazbûn û binketina wan e.

Telal Silo got ku ew ê heya dawî li ser soza xwe ya ku bi gel re danîne bin.