Berdevkê HSD'ê: Em ji bo gelên xwe xetên sor nas nakin

Berdevkê Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) Şervan Derwêş, diyar kir wan bidestxistina Bendava Tişrînê û derbasbûna wî aliyê Çemê Firatê serkeftinek mezine û ji bo vê jî ne xetên sor, ne sînor û ne jî kesî nasnakin.

Berdevkê Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) Şervan Derwêş, diyar kir wan bidestxistina Bendava Tişrînê û derbasbûna wî aliyê Çemê Firatê serkeftinek mezin e û destnîşan kir ew li ser soza xwe ya li ku derê çeteyên DAIŞ’ê hebin ew wê li pey wan herin, ji bo vê jî ne xetên sor, ne sînor û ne jî kesî nasnakin. 

Berdevkê Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) Şervan Derwêş, diyar kir wan bidestxistina Bendava Tişrînê û derbasbûna wî aliyê Çemê Firatê serkeftinek mezin e û destnîşan kir ew li ser soza xwe ya li ku derê çeteyên DAIŞ’ê hebin ew wê li pey wan herin, ji bo vê jî ne xetên sor, ne sînor û ne jî kesî nasnakin. 

HSD’ê a di 23'yê kanûnê de dest bi operasyona "Rizgarkirina gundewarên başurê Kobanê ya ji çeteyan" kiribû, di roja 4'emîn de 25 kîlometre pêşdeçûn, di navbera 50-60 gund û bi dehan mezrayan rizgar kirin. Ev çar rojin  çeteyên DAIŞ’ê her tim hêzên xwe li hember pêşketina hêzên HSD’ê bi neçarî paşde dikşandin, hemû hêzên xwe li ser Bendava Tişrînê zêde kir. Piştî hêzên HSD’ê di serê sibehê de kîlometreyek nêzî bendavê bû, pêvçûnek dijwar qewimî. 

Di pêvçûnan de, çeteyên DAIŞ’ê wek e her car welatiyên sivîl hedef girtin û bi guleyên hewanan êrîş kirin. Hêzên HSD’ê jî bi pêşveçûnê re biryardarbûn, di encama pêvçûnên bi seatan dom kir de derbasî wî alê bendavê ango wî alê Çemê Feradê bûn. 

Ji ber êrîşan gundiyên ku çeteyan xwe di gundên wan de vedişartin, ji hêla hêzên HSD’ê ve wan gihiştandin heremên bi ewleh. 

Berdevkê HSD’ê Şervan Derwêş, derbarê serkeftina operasyonê de agahî da û diyar kir ku di encama operasyona 4 rojan dom kir de wek e hêzên HSD’ê bi awayek fermî Bendava Tişrînê bidestxistin û derbasî wî alê Çemê Firatê bûn. Derwêş, destnîşan kir ku ji ber vî serkeftinî di çeteyên DAIŞ’ê de şikandinek çêbû lewra xeta wan a di navbêra du navendên wan Raqqa û Cerablûsê qût bû. Derwêş ev tişt gotin: “Li gor agahiyên niha me girt, piştî vî serkeftinî çeteyan ev car êrîşê ser sivîlan kirin û hemwelatiyek di nava Minbîcê de li ber çavên her kesî înfaz kiriye. Niha kerba xwe di serê sivîlan de derdixin. Çawa di Kobanê de şikestin li Raqqayê êrîşê gel dikirin niha piştî Teşrînê jî li Minbicê heman tiştî dikin.” 

‘EV SERKEFTIN SERKEFTINA GEL E’

Derwêş, destnîşan kir ku di vê hemleyî de HSD 25 kîlometre pêşveçûn û ev yek jî di hêla eskerî de serkeftinek pir mezin e û got “Ev serkeftin, ji gelê me re pîroz be. Ev serkeftin serkeftina gelê me ye.” 

‘DÊ HEMLE BERDEWAM BIKE’

Derwêş, bibîrxist ku wek e HSD’ê piştî hemleya Holê ev ya duyemîn e û anî ziman ku wê operasyonên wan berdewam bikin. Derwêş, balkişand ku wan sozek daye gelê xwe û wiha got: “Dema me avakirina xwe îlan kir me soza heta çeteyên DAIŞ’ê li ser van xakan paqij nebe ew wê li pey wan bin û wan paqij bikin. Em li pişt vî soza xwe ne, li ku derê dibe bila bibe ji bo em gelê xwe yê ji bin zilma çeteyan derxin, em wê herin wir. Ji ber vê yekê em ne xetên sor, ne sînor û kesan nasnakin.” 

Derwêş, diyar kir ku heta niha 40 kuştiyên çeteyan, di nav de çekên giran jî heyî gelek cebilxane ketine destê HSD’ê.